Rojnameya Gunluk li bayiyan e
Piştî Rojnameya Ozgur Gumdemê ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve rastî mehek cezayê girtinê hat, Rojnameya Gunlukê dest bi weşanê kir
Piştî Rojnameya Ozgur Gumdemê ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve rastî mehek cezayê girtinê hat, Rojnameya Gunlukê dest bi weşanê kir. Rojnameya Gunluk ku demekê navber dabû weşanê dîsa dest bi waşanê kir û li bayiyan li benda xwendevanên xwe ye.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 24'ê Adarê de ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi hinceta di rûpelên wê yên hêjmar 1, 8, 9, 10 û 11'an de "Propaganda rêxistinê kiriye" rastî mehek cehazeyê girtinê hatibû. Piştî Rojnameya Ozgur Gumdemê rastî cezayê mehekê hat, li şûwa wê kevneşopiya Çapemeniya Azad Rojnameya Gunluk dest bi weşanê kir. Rojnameya Gunluk îro hate çapkirin û li hemû beyiyan li benda xwendevanên xwe ye.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 4'ê Nîsana 2011'an de dîsa li ser kevneşopiya xwe ya berê dest bi weşanê kiribû û 3 roj berê rastî mehek cezayê girtinê hatibû.
(mae)
