1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Rojnameya zarokên Baglara dîsa têr û tijî ye
Rojnameya zarokên Baglara dîsa têr û tijî ye,rojnameya,zarokên,baglara,dîsa,têr,û,tijî,ye

Rojnameya zarokên Baglara dîsa têr û tijî ye

A+ A-

Hejmara 16'emîn a Rojnameya Dengê Zarokan a ji aliyê Zarokên Navenda Perwerdehiyê ya Zarokan a Şaredariya Rezan ve tê amadekirin derket. Di rojnameyê de nivîs û wêne li ser astengdaran, li ser dayikan û li ser jiyana zarokan hene.

16'emîn Rojnameya Dengê Zarokan a ji aliyê zarokên Navenda Perwerdehiya Zarokan a Şaredariya Rezan tê amadekirin a bi kurdî û tirkî hate çapkirin. Rojnameya bi naverokeke dewlemend gelek mijar bi çavê zarokan tên nirxandin. Di rojnameyê de zarok li hemberî şîdeta li ser jinê jî bêdeng nemane û bi nivîsên xwe ve balê dikişînin ser şîdetê û ji şîdeta li hemberî jinê re dibêjin 'na'. Zarok ên ku pêşeroja civakan in bi awayekî bihestiyar balê dikişînin ser parastina xwezayê û dibêjin 'em hawirdor û xwezaya xwe biparêzin'. Zarokên jîr û jêhatî di vê hejmarê de bi berfirehî cih dane dayikan. Zarok bi helbest, wêne û nivîsên xwe ve dayikê û rol û rista dayikê ya li ser wan û civakê vegotine. Zarok ji berga yekem a rojnameya xwe heta ya dawî bi rengên zindî û xweş rengîn kirine. Belê di Rojnameya dengê Zarokan de vê hejmarê, Roja Dayikan, Roja Astengdaran bi berfirehî cih digire. Di vê hejmarê de jî gelek zarok bi hellbest û wêneyan rojnameyê dewlemendtir kirine.

16 hêjmarên têr û tijî Dengê Zarokan rojnameyeke ku ji aliyê zarokan ve tê derxistin, rengîn, têr bi wêne û biduzimanî tê derxistin e û zêdetirî 2 salin bi rêk û pêk ji 2 mehan carekê di standan de cihê xwe digire. Zarokan, diyar kirin ku wan di van rojên ku nîqaşên li ser bi zimanê dayikê perwerde û jiyana duzimanî gûr bûye de hêvî dikin ku siyasetmedarên vî welatî rojnameyeke Dengê Zarokan bigirin û lê binerin bê ka kurdî û tirkî ligel hev di heman rojname û rûpelî de din ava ahengekê de cih digirin. Ev hewldana cara yekem ji aliyê zarokên Baglara Amedê ve tê pêkanîn. Ew zarokên ku pirî ji wan her roj dibin qurbaniyên vî şerê qirêj û taybet a ji bo gelekî were înkar û îmhakirin. Zarokên Baglara yên ku rojnameya Dengê Zarokan derdixin dibêjin ku ew gelek şad û bextewar in ku salekê din li dû xwe hiştine û ji bo meh û salên pêş dinava amadekariyan de ne da ku rojnameyekê baştir, rojnameyeke serketîtir derbixin. Zarokan diyar kir ku ew ji niha ve zend û bendên xwe ji bo derixtina hejmara 17'emîn badane û xebatên xwe dimeşînin.

(mae)