1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojê 45 ton ard 29 ton jî nan
Rojê 45 ton ard 29 ton jî nan,rojê,45,ton,ard,29,ton,jî,nan

Rojê 45 ton ard 29 ton jî nan

A+ A-

ELBAZ UMER

GIRÊ SIPÎ – Aşên ard ên Girê Sipî rojê 45 ton ard derdixînin û firinên nan jî ji vî ardî 29 ton û nîv nan derdixînin. Bi vî rengî pêdiviya nan a bajar û gundan tê pêşwazîkirin.

Rêveberiya Xweser a Girê Sipî, xebatên xwe yên ji bo bicîhanîna pêdiviyên gel didomîne. Yek ji van xebatan jî aş û firineyên nan ên bajar in. Ji bo birêvebirina wan jî Saziya Aş û Firneyan hatiye avakirin.

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Saziya Aş û Firneyan a Girê Sipî Gedîn Îbrahîm dane, li bajar 3 aş û 3 firin hene. Her wiha li gundan jî 5 firinên nan hene. Firin ji saetên serê sibehê heta saet 16.00’an kar dikin û rojane 13 ton ard dikin nan. Ji bilî van 3 firinên din jî li gundan hene, lê ji ber çeteyan alavên wan dizîne, niha kar nakin.

Nanên ku tê derxistin jî bi riya kesên ku hatine erkdarkirin li welatiyan tê belavkirin. Ev kes nan li taxên bajar û gundên derdorê belav dikin. Erkdarên belavkariya nan jî, lîsteya welatiyên tax û gundan derxistine û li gorî nan didin. Repteyek nan ku 20 hep tê de hene, bi 100 lîreyê Suriyeyê tê firotin.

Pêdiviya bajar û 25 gundan tê pêşwazîkirin

Rêveberê Saziya Aş û Firneyan a Girê Sipî Gedîn Îbrahîm diyar kir ku 3 firinên nava bajar, pêdiviya nan a bajar û 25 gundan pêşwazî dike. Îbrahîm got ku li gundên dûrî bajar jî 5 firineyên nan hene û ew jî li gundên El Goremazat, Şergerak, Xirbit Riz, Elî Bacliyê û Zeezuu hatine çêkirin. Îbrahîm da zanîn ku li her firinek vana jî rojê 5 ton û nîv art dibe nan.

Rojê 45 ton ard tê derxistin

Îbrahîm, da zanîn ku 3 aşên bajar jî rojê 10 saetan tên şixulandin û rojane 45 ton ard tê derxistin. Îbrahîm anî ziman ku niha 9 hezar û 500 ton genim û 225 ton ard di destê wan de heye, lê mehane hezar ton ard tê xerckirin.

Îbrahîm got ku niha zêde pirsgirêkên wan nîn in, lê ger ku di firin an jî aşan de perçeyek makîneyên wan xirab bibin, alavên wan ên yedek nîn in. Ev jî ji bo wan dibe metirsiyek û hewldanên wan ên ji bo tedbîran hene.

(a)

ANHA


Bêjeyên Miftehî