1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Rojên sînemayê li Amedê dest pê kir
Rojên sînemayê li Amedê dest pê kir,rojên,sînemayê,li,amedê,dest,pê,kir

Rojên sînemayê li Amedê dest pê kir

Şaredariya Rezan a Amedê di çarçoveya xebatên civakî û çandî de rojên "Pêşandana Fîlmên Li Derve" pêk anî

A+ A-

Şaredariya Rezan a Amedê di çarçoveya xebatên civakî û çandî de rojên "Pêşandana Fîlmên Li Derve" pêk anî. Bernameya fîlman dê hefteyê 2 rojan li parkên Şaredariyê bên pêşandan. Bernameya destpêkê li Parka Newrozê dest pê kir.

Şaredariya Rezan a Amedê di çarçoveya xebatên civakî û çandî de her sal bi navê "Li Parkan Kêfa Sînemayê" bernameyên "Pêşandana Fîlmên Li Derve" pêk tîne. Îsal jî di heman çarçoveyê de dest bi pêşandana fîlmên sînemayê kir. Bernameya fîlman dê 2 rojan li parkên Şaredariyê bên pêşandan. Bernameya destpêkê li Parka Newrozê bi fîlmê "Press" dest pê kir.

Bernameya fîlman wiha ye:

Duşem: Korhat Parki, Pêncşem: Mala Taxê ya 5 Nisanê Şemî: Parka Newrozê Duşem: Parka MTA'yê. Çarşem: Yunus Emre Mahalle Evi, Şemî: Rihan Park, Duşem: Korhat Park, Çarşem: Newroz Park, Pêrcşem: MTA Park, Duyem: MTA Park, Çarşem: Yunus Emre Mahalle Evi, Pençşem: Rihan Park.

Pêşandan dê saet di 21.00'an de dest pê bike. Di pêşandanan de de fîlmê Yarim Ay, Duvar, 5 Nolu Press, Meş, Gîtmek, Ozgurluk Ruzgâri bên peşandan.

(mae)