1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Romana Welat Dilken derçû!
Romana Welat Dilken derçû!,romana,welat,dilken,derçû

Romana Welat Dilken derçû!

A+ A-

Şeva Dawî, romana pêşîn a helbestkar Welat Dilken derçû! Şeva Dawî, yekem romana helbestkar Welat Dilken e. Dilken, di vê romanê de, bi riya lehengê romanê (vebêjê romanê), panoramayekê der heqê herêma Berferêt de li ber çavan datîne û em bi pêdeçûna xwendina xwe hîn dibin bê ka Neqeba Dizan, Çiyayê Hember û Çiyayê Simê Hespê xweyîtiyeke çawa li mirovên vî warî kiriye û her wiha rengê reş, ku wekî temaya bextê reş û hêmayeke giştî ya romanê hatiye danîn, ji destpêka romanê ve derdikeve pêşberî me û di rêwîtiya ku em di nava xwezaya romanê de dikin de, evîna ku bi çend rengên xwe xuya dike, bi me re hevaltiyê dike. Zimanê romana Şeva Dawî bi peyvên şêwezarê herêma nivîskêr mişt e û ev yek jî ciyê kêfxweşiyê ye ku dê bike xwînerên ji herêmên din bikaribin bibin xwedî agahî der heqê şêwezar û Kurmanciya wê herêmê de. Şeva Dawî Welat Dilken Roman, 248 rûpel Adar 2011 Weşanên Lîs / Amed Kooperatifler Mah. Öğretmenler Sok. Feray Apt. No: 1 Yenişehir-Diyarbakır Telefon / Fax: 0 412 228 97 76 e-mail: [email protected] www.wesanenlis.com


Bêjeyên Miftehî