1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Romaneke bi kurdî ya bi “999“ rûpelan derket
Romaneke bi kurdî ya bi “999“ rûpelan derket,romaneke,bi,kurdî,ya,bi,999,rûpelan,derket

Romaneke bi kurdî ya bi “999“ rûpelan derket

Weşanxaneya Ar di derbarê romanê de ji Nûkurdê re wiha got...

A+ A-

17 Eylül 2012 Pazartesi 21:22 12 14 16 18

Cara yekemîn romaneke bi kurdî bi 999 rûpelan derket.

Romana nivîskarê kurd Mîr Qasimlo ya binavê "DILYA û ZALAR" ku ji 999 rûpelan pêk tê ji nav weşanên Ar derket.

Weşanxaneya Ar di derbarê romanê de ji Nûkurdê re wiha got, "Roman bi zimanekî romantîk, lirîk û bilind hatiye honandin, lê wekî avê avîșaran herikbar û giyana mirovan dîl digire. Em di wê baweriyê de ne, wê xwendevan li pey xwendinê bibînin ku ev roman bi qalindbûn û zimanê xwe yê wêjeyî yê dewlemend ve di romannivîsîna kurdî de qonaxeke nû veke..."

Nûkurd beşek ji Romana Dilya û Zalar diweşîne:

Tu hatî zozanên min ên kesk, bi ziman, lê ji şiyana axaftinê bêpar... Tu hatî û tu bû tasek û te ji kaniya dilê xwe av bi min da vexwarin. Tîbûna min a hezar salan şikand.. Tu hatî û tu bû strana teyba dilê min… Te awazand bi ser henaseyên min ên didildemayiyên nexweş... Te nexweşiya min kûrtir kir. Te ew da noqkirinê. Te ew nikul kir, te li pêncereşê veguhest.... Tu hatî û te zeviyên min ên li çolên dojehî, bi xwêdana xwe avda û te di qeşaya berfbarînên herî hov de, ez sotim bi gotinên xwe yên germîn... Tu hatî zeviya min, te tovên bêrîkirinê reşand... Her bihistek zeviya min deh bêrîkirin veda. Deh bêrîkirin rê li pêkhatina deh hesretan vekir. Deh hesret bûn deh evîn Deh evîn bûn deh destan Deh destan bû tu û tu bû fêrbûn...Tu bû fêrbûn û te xwe li berîbedena min pêça. Te ez fêrî xwe kirim. Ez fêrî te bûm. Bûm tu. Bûm ferhenga jîna te. Lê tu nîn î. Ne di nava hebûnên asîmanî de, ne di şênyayên min ên qîzanî de û ne jî li warê zarokatiya min a dildemayî de, tûmek ber bi çavî. Bêje Lavingor, ka tu li kû yî? Ez va ye li vir im. Di ferhenga jîna te de, gotina nehatiye maçî kirin im. Va ye li mexelê hesretê, li perava bêrîkirinê me canyarê min…“

DILYA û ZALAR/ Rûpel 999-Weşanên Ar, Stenbol. www.nukurd.com