1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ronahî ronî dike
Ronahî ronî dike,ronahî,ronî,dike

Ronahî ronî dike

Rojnameya Ronahî Rojava û Sûriyeyê ronî dike

A+ A-

Rojnameya Ronahî ku hefteyê carekê derdikeve û bi erebî û kurdî weşanê dike, hem bûye platformek ku welatî nêrînên tînin ziman hem jî bi xeta weşanê û nûçeyên xwe Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ronî dike.

Li Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re, wekî her aliyê jiyanê di qada çapemeniyê de jî pêngavên girîng tên avêtin. Xebatên ku berê ji ber zextên rejîmê bi nepenî dihatin kirin, niha hewl tê dayîn ku bi awayekî birêxistinkirî û berfireh bêne meşandin. Her çiqasî tecrube û derfet zêde nebin jî, rojnamevanên ku xwe wekî şopajo û berdewamiya “çapemeniya azad” dibînin, hewl didin ku xizmeta herî baş bikin û di her şert û mercan de rastiya ragihînin civakê.

Yek ji van xebatan jî, xebata rojnameyê ye. Komek rojnamevanan ev nêzî salekê ye li Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê rojnameyek heftane derdixînin û hewl didin ku rastiyan ragihînin. Rojnameya bi navê Ronahî heftane û bi zimanê erebî û kurdî weşanê dike.

NAVÊ XWE JI KOVARA RONAHÎ DIGIRE

Rojnameya Ronahî di 16’ê cotmeha sala 2011’an dest bi weşana xwe kiriye. Rojname navê xwe jî, ji kovara Ronahî ku di sala 1942’yan de li paytexta Sûriye Şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatiye derxistin digire.

BI EREBÎ Û KURDÎ WEŞANÊ DIKE

Rojnameya ku hefteyê carekê derdikeve û destpêkê bi temamî bi zimanê erebî weşan dikir, bi hejmara 5’an re, ango ji 28’ê Sermaweza 2011’an û vir ve hem bi kurdî hem erebî weşanê dike. Wekî tabloid (rojnameya biçuk a bi ebatên 430 mm × 280 mm) derdikeve û 20 rûpel e, ji vana 16 bi erebî, 4 jî bi kurdî ne. Rojname di rûpelên xwe de cih dide nuçe, şîrove û nirxandinên têkildarî mijarên wekî polîtîka, lêkolîn, civak û jiyan, çand û ramanê. Rojname her wiha rûpelek ji bo geşedanên li perçeyên din ê Kurdistanê, rûpelekê jî ji bo xwendevanên xwe vediqetîne.

JI NEÇARÎ BI EREBÎ WEŞANÊ DIKE

Li Rojavayê Kurdistanê heta destpêka şoreşê, wekî her tiştek kurdewarî, axaftin û nivîsandina bi kurdî jî qedexe bû û polîtîkaya asîmîlasyonê dihat meşandin, Lewre kurd ji zimanê xwe dur ketin. Her çiqasî di jiyana rojane de zimanê dayikê pir zêde bê bikaranîn jî, xwendin û nivîsandina bi kurdî tunebû. Xwendin û nivîsandin bi erebî bû. Li aliyê din xebatên zimanê kurdî yên li perçeyên Kurdistanê tên meşandin bi tîpên latînî ne. Li Rojavayê Kurdistanê jî ev xebat nêzî salek û nîv e didome, lê hîn serwer nebûye. Ji ber van sedeman Rojnameya Ronahî ji bo ku welatî derbarê bûyer û geşedanên tên jiyandin de bibin xwedî agahî piraniya rûpelên xwe bi zimanê erebî derdixîne. Lê di pêşerojê de tê armanckirin ku rojnameyek xwerû bi kurdî weşanê dike bê derxistin.

LI SÊ NAVENDAN TÊ ÇAPKIRIN

Rojname li Şam, Heleb û Qamişlo tê çapkirin. Rojnameya ku li Şamê tê çapkirin li Şam û derdora wê tê belavkirin, ya li Helebê tê derxistin li Heleb, Efrîn û Kobanê, ya li Qamişlo tê derxistin jî li herêma Cizîrê (Qamişlo, Dêrika Hemko, Girkê Legê, Serêkaniyê, Amudê, Hesekê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê) tê belavkirin. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê çapxaneyek baş û derfet nîn in, rojname reş û spî derdikeve. Traja rojnameyê bi tevahî 8 hezar e, lê hewldanên ji bo zêdekirinê hene.

15 XEBATKARÊN WÊ HENE

Xebatkarên rojnameyê bi giştî 15 kes in. Ev 15 kes ji amadekirina nûçe û rûpelan heta belavkirinê hemû karên rojnameyê dikin. Xebatkarên rojnameyê karê belavkirinê bixwe dikin, lê kesên ku bi dildarî jî rojnameyê belav dikin hene.

Ji bilî pirsgirêkên teknîkî, zehmetiyên din ên ku rojname rû bi rû dimîne jî hene. Yek ji van û ya herî sereke jî, bandora rejîma baas a li ser gel e. Ji ber bandora sîstemê li Rojavayê Kurdistanê xwendin û nivîsandin pir kêm e, ev jî ji bo belavkirin û bandora rojnameyê ya li ser civakê dibe astengî. Lê bi destpêka pêvajoya şoreşê re xwendin û nivîsandin bi taybetî jî bi kurdî zêde bûye.

BÛYE PLATFORMA NÎQAŞAN

Rojname bi polîtikaya xwe ya weşanê ji aliyê girseya xwendevanan ve bi erênî hatiye pêşwazikirin. Xwendevanên rojnameyê di gelek mijaran de nêrîn û nirxandinên xwe di rojnameyê de bînin ziman. Bi vî rengî jî mirov dikare bêje ku rojname bûye platformek nîqaşê. Li aliyê din daxwazên xwendevanan ên ji rojnameyê jî hene. Bi taybetî jî dixwazin ku di warê çand û civakî de rojname bê xurt kirin.

HEDEF ROJNAMEYA XWERÛ BI KURDÎ YE

Ji xebatkarên rojnameyê Elî Roj, diyar kir ku ew ê hewl bidin ku ji gel re bibin bersiv û li gorî wê rojnameyek xwedî naverokek têr tije derxînin. Elî Roj, destnîşan kir ku di demek kurt de yek ji hedefên wan ên sereke ew e ku rûpelên bi kurdî zêde bikin û di pêşerojê de jî rojnameyek xwerû bi kurdî derxînin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî