1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. RSF: Di 2011 de 66 rojnameger hatin kuştin, 1044 hatin girtin
RSF: Di 2011 de 66 rojnameger hatin kuştin, 1044 hatin girtin,rsf,di,2011,de,66,rojnameger,hatin,kuştin,1044,hatin,girtin

RSF: Di 2011 de 66 rojnameger hatin kuştin, 1044 hatin girtin

A+ A-

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bîlançoya kuştin û girtina rojnamegeran a sala 2011 aşkere kir û diyar kir ku li gorî sala par, rêjeya kuştin û girtinan ji sedî 16 zêde bûye. RSF’ê got; “Di sala 2011 de 66 rojnameger hatin kuştin û 1044 rojnameger jî hatin girtin.”

RSF’ya ku navenda wê li Parîsê ye bîlançoya rewşa çapemeniyê ya sala 2011 aşkere kir.

Li gorî vê di nava salê de 66 rojnameger hatin kuştin. 1044 rojnameger hatin girtin, 1959 rojnameger li rastî êrişê hatin. 499 çapemenî li rastî sansurê hatin, 71 rojnameger hatin desteserkirin, 73 rojnameger ji welatên xwe reviyan, 5 net-welatî hatin kuştin, 199 blogvan û net-welatî hatin girtin, 62 blogvan û net-welatî li rastî êrişê hatin, li 68 welatan înternet bi awayên cûda hate sansûrkirin.

RSF’ê destnîşan kir ku di nava jimara rojnamegerên girtî de, rojnamegerên berê hatine girtin niha tun ene.

10 CIHÊN JI BO ÇAPEMENIYÊ METIRSÎDAR

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wana tenê rojnamegerên ji ber pîşeyê xwe hatine kuştin, jimartine. RSF’ê cara yekemîn navê 10 cihên herî metirsîdar ên ji bo çapemeniyê aşkere kir.

RSF’ê got; “Bi awayeke giştî bîlançoya azadiya çapemeniyê ya sala 2011 giran e” RSF’ê diyar kir Bihara Ereban jî cihek taybet di rojevê de girtiye. Her wiha bi qasî wana jî li Emerîkaya Latîn hatin kuştin. Weke sala 2010, dîsa Pakîstan bi kuştina 10 rojnamegeran di rêza yekemîn de ye. RSF’ê Tirkiyeyê ji bîr kir û Çîn, Îran û Erîtreyê weke mezintirîn girtîgehên rojnamegeran bi nav kir.

RSF’Ê TIRKIYEYÊ NEDÎT

Balkêş bû RSF’ê Tirkiyeyê nexist din ava lîsteya xwe ya girtinên rojnamegeran de. Li Tirkiyeyê zêdetirê 70 rojnameger di girtîgehê de ne û bi vî awayî Tirkiye gelek li pêşiya Çîn û Îranê ye jî. Di navbera 20-12’ê berfabarê de li Tirkiyeyê 43 rojnameger û nûçegihan hatin binçavkirin.

10 CIHÊN HERÎ METIRSÎDAR

RSF’ê 10 cihên cîhanê yên ji bo rojnamegeran xeter wiha rêz kir; Manamaya paytexta Behriyenê, Abidjan a paytexta Peravên Qîlefîlan, Qada Tahrîrê ya li Qahîreya paytexta Misirê, bajarê Mîstara yê Lîbyayê, Eyaleta Veracruz a Meksîkayê, navçeya Khuzdar a Pakîstanê, Manilleya Filîpînan, Cebu, Cagayan de Oro ve Mindanao, paytexta Mogadişoya Somaliyê, Dereaya Sûriyeyê, bajarên Hums û Şam, Meydana Guhertinê ya li Sana paytexta Yemenê.

ANF