1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Ruhê li Kobanê li ber xwe dide ruhê 14'ê Tîrmehê ye'
'Ruhê li Kobanê li ber xwe dide ruhê 14'ê Tîrmehê ye',ruhê,li,kobanê,li,ber,xwe,dide,ruhê,14,ê,tîrmehê,ye

'Ruhê li Kobanê li ber xwe dide ruhê 14'ê Tîrmehê ye'

Ganî Alkan ê 8 salan li Zîndana Amedê ma diyar kir, ku ruhê 14'ê Tîrmehê îro di nava têkoşîna li Kobanê, Şengalê û gundiyên Roboskî de dijî

A+ A-

AMED - ZEYNEP KÛRAY / ANF Ganî Alkan ê 8 salan li Zîndana Amedê ma diyar kir, ku ruhê 14'ê Tîrmehê îro di nava têkoşîna li Kobanê, Şengalê û gundiyên Roboskî de dijî.

Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan di 33. salvegera berxwedana rojiya mirinê de ji ANF’ê re axivî. Alkan ku 8 salan di Zîndana Amedê de ma diyar kir ku ruhê 14’ê Tîrmehê di şexsê gelê Kurd de vejîn û berxwedaneke. Alkan ku di Koordîasyona Muzeya Girtîgehê ya hejmar 5 a Amedê de cih digire da zanîn ku ruhê 14’ê Tîrmehê îro bi têkoşîna ku li Kobanê, Şengal û Roboskî tê dayîn, didome.

Ganî Alkan di darbeya 12’ê Îlonê de ji doza PKK’ê hat darizandin û li girtîgeha Amedê rastî pêkanînên dijmirovane hat. Ganî Alkan di Mijdara 1980’ê de hat girtin û piştî ku mehek û nîvê di bin çavan de ma, ew birin Zîndana Amedê. Alkan got: "Em komek ji 34 kesan bûn. Em çawa ketin girtîgehê dengê kûçik, mazgal, postal û qîrînê dihat. Di bin çavan de me hevalan bi hev re got, çi dibe bila bibe em ê li dijî leşkeran serî netewînin. Cihê ku qeyda me lê kirin, sirûda îstîklalê û xîtabeya ciwanan hebû. Berê me dan dîwar û gotin bixwînin. Du kesan xwendin, min bi zanebûn pace vekir. Mebesta min ew bû bang li min bikin û bang kirin. Leşkerekî got 'ev der mala bavê te ye?' û xwest sirûda îstîklalê bixwînim. Min red kir. Kirin nekirin min nexwend. Li ser vê gazî fermandar kirin û qeyda min kirin û ez birim. Li wir li min dan.

LÊDANA 'TU BI XÊR HATÎ'

Piştre ez birim korîdoreke ku 34 kes lê dihatin sekinandin. Hevalên me kiribûn rêzê. Çawa ez dîtin, hevalan got ti were pişt me, te zêde lêdan xwariye, qet nebe ti kêm lêdanê bixwe. Di navberê de fermandar hat. Got girtiyê we dawî aniye vir kanî?. Leşker hevalekî din nîşan dan. Kûçikê Esat Oktay birin ser û ew bi awayekî hov derb kirin. Piştre li me hemûyan xistin û em şandin hucreyan. Li hucreya jêr Mazlûm Dogan dima. Dema hatina me bihîst bi Kurdî got 'Ez Mazlûm, birayê Delîl im'. Piştî demekê notek bi Kurdî nivîsandî şand hucreyên me. Di notê de nivîsa 'Eger hûnê bi rastî jî moralê hevalan xera nekin û li ber xwe bidin, bên koxûşê.'

BI ESAT OKTAY RE RÛ HEVHATINA DESTPÊKÊ

Bi şev leşker gazî li min kir. Di odeyek tarî de got tekmîlê bide fermandarê xwe. Kesek bi unîforma li pêş min bû. Min nedizanî ew Esat Oktay Yildirane. Yildaran got çima tu sirûda îstîklalê naxwînî, tu ne zarokê Tirkî? Min jî got; ez ne leşker im. Li ser vê li min xist û dijûnên xerab li min kir. Dilê wî tije kîn bû. bi kalasan li pişta min xistin. Ji êşê ez têk çûm. Lê ji bo psîkolojiya hevalan xera nebe min zêde neda xuyakirin. Sibehê zû min ji koxûşê derxistin. Li hemberî hucreyan ala Tirk daliqandin. Piştî vê hevalên li hucreyên jêrê li ber xwe didan jî xistin koxûşa 35'an. Li koxûşa ez lê dimam tirs serdest bû. Ez bi heval Seyfettîn Ruzgar re diaxivîm. Min dît ku not tê şandin. Ji ber hevalên din birin hucreyên din em du ciwan mabûn."

'GELÊ ME DIZANE ÇI BIKE'

Alkan da zanîn ku wî Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Akîf Yilmaz li dadgehê nas kiriye û got: "Li dadgehan Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan îfadeyên ku hev temam dikin, dikirin. Kemal Pîr jî bi awayekî dilnizm gotinên wan erê dikir. Di navbera hev de wezîfeyeke wisa kiribûn.

Dilnizmiya Hayrî Dûrmûş bandor li heyeta dadgehê kir. Dûrmûş berpirsyariya xwe dizanibû. Heval Hayrî rojekê li dadgehê got 'Mirovên me dizaninin kengî çi bikin' û bi vê peyamek dan me. Ev dihat wateya ku xwedî li partî û tevgerê derkevin. Piştî vê her kes bû xwedî cesaret û parastina siyasî kirin. Heyeta dadgehê şoq bû. Hevalê Dûrmûş hem li dadgehan û hem jî di parastinan de digot 'divê em li dijî zextan moral bidin gel."

'RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ RUHÊ BERXWEDANÊ YE'

Alkan da zanîn ku pêvajoyeke ku hemû têkilî ji hev hatin qutkirin û îdareya girtîgehê serdest bû destpê kiriye û got: "Mazlûm Dogan bi vê çalakiya xwe ji van re got êdî bes e. Me şehadeta Mazlûm Dogan piştî mehekê bihîst. Piştî vê şehadetê Çaran bi hev girtin û çalakiya şewitandinê pêk anîn. Ruhê berxwedana girtîgehê dîsa zindî kirin. Piştre rojiya mirinê ya mezin destpê kir. Mazlûm agir pê xist û Çaran jî bedena xwe da ber agir. Berxwedana 14’ê Tîrmehê gihişt asta herî jor. 14’ê Tîrmehê ruhê berxwedan û vejînê bû."

Alkan da zanîn ku ruhê 14’ê Tîrmehê, ruhê ku îro li Şengal, Kobanê û Roboskî têkoşînê dide ye.