‘Rûdaw’,rûdaw

‘Rûdaw’

A+ A-

Amed Dîcle

Li başûrê Kurdistanê beriya demekê televizyonek bi navê Rûdaw dest bi weşanê kir. Televizyona em behsa wê dikin, qaşo xwest xîtabî tevahiya kurdistanê bike û bibe navendeke nuçevaniyê. Di demeke kurt de bi taybet li bakur û Rojava, vê televizyonê bi bêbextiya xwe deng veda. Vê televizyonê bi taybet piştî destpêkirina şoreşa Rojava dest bi weşanê kir û manîpulekirina şoreşê wekî wezîfeyekê girt ser xwe. Dixwazim pêşî çend mînakên ji van weşanan bi we re parve bikim û paşê jî çend gotinan lê zêde bikim. 1 - Di meha tîrmehê de komên çete yên DAÎŞ’ê li herêma Tel Hasil û Tel Êranê ku nêzikî Helebê ne komkujî pêk anîn. Di êrîşa van koman de bi dehan kurd bi awayekî hov hatin qetilkirin. Lê belê Rûdawê li hemberî sivîlan kesên êrîşkar parast û got, ‘komkujî tune ye.’ Piştî demekê hemû çapemeniya cîhanê behsa vê komkujiyê kir lê Rûdawê nuçeya xwe sererast nekir. Armanca Rûdawê ji veşartina kuştina sivîlan û parastina çeteyan çi ye? 2 - Di êrîşên komên çete yên li hemberî Serêkaniyê û Tel Hemisê de Rûdawê komên çete parast. Çekdarên ku êrîşî axa Rojava kirin wekî şoreşger da nasandin. Şehadeta şervanên YPGê bi devê dijminan pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe anî ziman. 3 - Ji bo xebatên rêveberiya demî li dijî peymana Hewlêrê nûçe çêkir û xwest vê xebatê wekî xebatek marjînal nîşan bide. Bi zimanekî eşkere got, kurd nikarin xwe bi rêve bibin. 4 - Ligel ku deriyê Sêmalka hatibû girtin û PDK’ê bi xwe jî got, derî girtiye Rûdawê got, derî vekiriye. Beriya çend rojan dîsa got, wê derî vebe. Ê deriyekî ku vekiriye çawa dîsa tê vekirin? Gelo karmendên vê televizyonê aqlê hemû mirovan wekî yê xwe dizanin! 5 - Rûdawê her tim wekî medyaya tirk xwest PYD’ê wekî alîgirê rejîmê nîşan bide. Behsa bi sedan kurdên sivîl ku li Helebê ji aliyê Esad ve hatin qetilkirin nekir. Behsa şerê şervanên YPG’ê bi leşkerên rejîmê re nekir. Ger hûn li dijî rejîmê ne çawa hûn behsa komkujiya rejîmê ya li dijî kurdan nakin? Gelek mînak hene ku em ji bo vê saziyê nîşan bidin. Ne tenê li dijî Rojava. Li dijî bakurê Kurdistanê tevgera azadiyê jî zimanê medyaya tirk bi kar tîne. Gelek nuçeyên medyaya tirk werdigerînin kurdî û wisa diweşînin. Herî dawî nuçeya der barê qetilkirina sê jinann kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê, Rûdawê nuçeya rojnameya Fetullah Gulen Zamanê yeko yeko wergerand kurdî û weşand. Ka nuçegihaniya kurdî? Rûdaw li dijî Bakur û Rojava çima bi aqlê tirkan bi zimanê kurdî êrîş dike? Rûdaw bi kîjan refleksê mirovahî, rojnamegerî û kurdîtiyê şehadeta şervanên kurd li Rojava bi kêfxweşî diweşîne û dibêje, ew bi Esad re ne ango mirin heq kirine? Gelek caran hat ziman ku ev tv ji aliyê dewleta tirk ve hatiye sazkirin. Li gorî fikra min ne girîng e wan sazkiriye an na. Lê em baş dibînin ku ev televizyon niha li dijî kurdan û mixabin bi zimanê kurdî weşanê dike. Binêren, dewleta tirk ji bo televizyonên kurd li Ewropayê bide girtin hemû derfetên xwe bi kar tîne. Her wiha spîkerekî Rûdawê ku bi qişmeriya xwe tê nas kirin D. Dara li dijî ROJ TV wekî ‘şahidê’ veşartî îfade dan. Ev kesa ji bo ROJ TV were girtin ji dewletan re sîxurtî kir. Dîsa dewleta tirk, li bakur û tirkiyê niha jî weşanên bi kurdî tenê ji dewletê re serbest kiriye. Lê ev dewlet di satelîta xwe de cih dide Rûdawê. Gelo ji bo çi û li hemberî çi? Ev bêbextî û dijminahiya Rûdawê li gorî pîvanên çapemeniyê nayê nirxandin û nabe ku wekî saziyeke medyayê em bi nav bikin û wisa binivîsin. Ev meseleyek siyasî ye. Li vir berpirsiyarî dikeve ser milê PDK’ê. Ev televizyon, a wan tê hesibandin. Kesên herî nêzikî Nêçîrvan Barzanî berpirsên vê televizyonê ne. Ger PDK, der barê Rojava, Komkujiya Parîsê, tevgera kurd a li bakur wiha difikire çima behsa aştî, aramî û yekitiya neteweyî dike? Na, eger ev ne fikrên PDK’ê ne çima van kesan li ber deriyê xwe xwedî dike û hestiyan davêje ber wan.

(Ev gotar ji Rojnameya Azadiya Welat hatiye girtin)


Bêjeyên Miftehî