1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Rûsiya hêza xwe ya li Sûriyê kêm dike
Rûsiya hêza xwe ya li Sûriyê kêm dike,rûsiya,hêza,xwe,ya,li,sûriyê,kêm,dike

Rûsiya hêza xwe ya li Sûriyê kêm dike

A+ A-

ANHA – Rûsiya dest bi kêmkirina hêza xwe ya li Sûriyê kir. Beşek ji balafirên xwe û keştiyên balafiran radikin, ji Sûriyê dibin.

Saziyên Çapemeniyê yê hikûmeta Rûsiya gotin ku Rûsiya biryar daye ku keştiya balfiran radike a bi navê Koznîtşof û hin keştiyên şer ji  berava deryayê ya Sûriyê dikşîtne.

Kişandina beşek ji hêza leşkerî ji aliyê Rûsiya ve piştî agirbesta li Sûriyê ku bi serkêşiya Rûsiya û Tirkyê beriya derdora hefeteyekê pêk hatiye, hat.

Biryara Rûsiya ya kêmkirina hêza xwe di Sûriyê de beriya civîna paytexta Kezixistan Asîtana pêk hatiye.

Serokê Rûsiya Filadîmêr Bûtîn di 26ʹê kanûnê de ragîhand ku Rûsiya, Îran, Tirkiyê û Serokê Sûriyê Beşar El-Esed qebûl kirine ku hevdîtin li Asîtana were lidarxistin, lê dema civînê ne hat diyarkirin.