1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rûsya: Ji sînorên Tirkiyeyê derbaskirina çekan zêde bûye
Rûsya: Ji sînorên Tirkiyeyê derbaskirina çekan zêde bûye,rûsya,ji,sînorên,tirkiyeyê,derbaskirina,çekan,zêde,bûye

Rûsya: Ji sînorên Tirkiyeyê derbaskirina çekan zêde bûye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bal kişand ku ji sînorên Tirkiyeyê derbaskirina çekan a ji bo Suriyeyê zêd bûye.

Wezaretê destnîşan kir ku rêjeya derbaskirina çek û çebilxane ji komên çekdar re bi riya sînorê Tirkiyeyê zêde bûye. Wezaretê diyar kir ku tu niyeta Rûsyeyê ya êrîşkek li ser Helebê nîn e, lê ew ji bikaranîna çekên kîmyewî ku hinek komên çekdar bikar tînin, di nava metirsiyê de ne.

Balkêş e ku ev daxuyaniya wezaretê piştî daxuyaniyên Sûriyeyê yên îlankirina şerê Helebê bi hevakariya Rûsiyeyê re hat dayîn. Amerîka jî derbarê beşdarbûna Rûsiyeyê ji şerê li Helebê de fikarên xwe anîbûn ziman.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê di rojên bihurî de taxa Şêxmeqsûd bi çekên kîmyewî topbaran kirin.

(nse/a)