Rûyê din ê erdhejê: Xêrxwazî
Alîkariya gelê xêrxwaz a ji bo welatiyên piştî erdhejên hêza wan 7.2 û 5.6 pêl pêk hat û bi 100 hezaran mirov mexdûr bûn, bê navber didome. Di serî de tenê alîkariya çadirên Kizilayê hate dîtin, lê alîkariya Şaredariyên BDP'î û gelê herêmê ya li Wan û Erdişê hate paşguhkirin.
Li Wanê di 23'ê cotmehê de erdheja hêza wê 7,2 pêl û di 97ê mijdarêde erdheja hêza wê 5,6 pêl pêk hat û bi 100 hezaran mirov bê war man. Bi 100 hezaran mirov li kolanan man. Di çapemeniya tirk de tenê ziyaretên erkên dewletê û alîkariya Kizilayê hate dîtin. Lê çapemeniya tirk qet alîkariya şaredariyên BDP'ê rêveberên BDP'ê, KCD'ê, sazizyên sivîl ên civakî gelê herêmê nedît. Gelê herêmê û saziyên sivîl ji destpêka erdhejê heta niha bê navber alîkariya xwe ya zexîre, batanî, sobe, cil û ber, batanî, nivîn û gelek amûrên malê berdewam dike. Heta niha bi 100'an kamyon û TIR alîkarî şandin ji gelê Wan û Erdîşê re. Rêxistina BDP'ê bi hemû rêveberî û şaredariyên xwe alîkariya xwe ya ji bo gelê herêmê bê navber bedewam dike. Xêrxwazên ku ji destpêka erdhejê heta niha di nava kordîneya alîkariye de cih digirin diyar kirin ku heta niha çapemeniya tirk qet alîkariya wan nedan nîşan û tenê ji wan re bûn asteng.
Şaredariya BDP'î ya Bazidê li taxa Yeşilova ya Erdîşê çadira nanpêşiyê avakirin û ji roja ewil heta niha her roj ji bo 2 hezar kesan xwairnê dide welatiyan. Xebatkarên şaredariyê bê navber alîkariya xwe berdem dikin. Nanpêşê ku li çadira xwarinê peyvirdar e Celal Unsal, diyar kir ku ji roja ewil a erdhejê heta niha li vir ji bo welatiyên mexdûr xwarinê çêdike û wiha got: "Divê hemû mirov li hemberî bûyer û karesatên xwezayî bi hestiyar tev bigerin. Ji bo em bibin alîkariya welatiyan çi ji destê me tê em dikin û em dê bikin." DÎHA (mae)
