1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Rûyê Reş ê JITEM'ê li Sînemayê
Rûyê Reş ê JITEM'ê li Sînemayê,rûyê,reş,ê,jitem,ê,li,sînemayê

Rûyê Reş ê JITEM'ê li Sînemayê

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Fîlmê ku rûyê reş ê JÎTEM'ê yê di salên 1990'an de li herêmê kuştin, windakirin û îşkenceyê tîne ziman, fîlmê "Azadiya Winda" dê di 22'ê Nîsanê de li ser perda spî bigêje temaşevanan. Fîlmê bi metraja dirêj ji aliyê derhêner Umur Hozatli ve hatiye amadekirin, pêvajoya şoreşa gelê kurd a bi êş û îşkence tîne ziman. Her wiha kesên ku vê rastiya gelê kurd û a bi êş û elem nabîne jî rexne dike.

Fîlmê ku rastî, şer, êş, îşkence, girtin, binçavkirin û mazlûmiyeta gelê kurd û rastiya herêmê ya piştî salên 1990'î ku li ser gelê kurd pêk hatiye, "Azadiya Winda" di 22'ê Nîsanê (sibê) li ser perda Sipî digêje temaşevên xwe. Filmê "Azadiya Winda" ku rûyê reş ê JÎTEM'ê li ber çavan radixe û kesên li hemberî vê rastiyê rexne dike, piştî li çend mihrîcanan hate pêşandan li sînemayê ye. Fîlmê ku ji aliyê nivîskar Umur Hozatli yê ku pirtûka "Aliyekî dile min" nivîsandiye û gelek fîlmên metraja kin amade kiriye ve hatiye amadekikirin, rastiya salên 1990'an ên şerê herêmê bi berfirehî bi temaşevanan ve parve dike.

'Em sînemaya azadiyê ava dikin, lê dîtina pereyan zahmet e '

Derhênerê fîlm Hozatli ku di pêşbirka fîlm a NÇM'ê de bi çîroka fîlmê "Serfiraz" ê bi kurdî Xelata Jûriyê ya Taybet girt, her wiha dîsa layiqî xelata Azadiya Çapemeniyê ya Hellman Hammet a Komîteya Şopandina Helsînkî hate dîtin, vê carê fîlmê metraja dirêj Azadiya Winda temam kir. Hozatli, der barê fîlm de diyar kir ku demek dirêj e li ser vî fîlmê xebatê dimeşîne û xwestiye ku rastiya JÎTEM'ê ya li herêmê bîne ziman. Hozatli, anî ziman ku ji bo sînemayê bingehek amade kir û li ser vî bingehî ev fîlm amade kir. Hozatli, da zanîn ku dema fîlm amade kir, tişta herî zêde ew xist nava zehmetiyê butçe û fînans man bû û wiha got: "Em ji aliyê butçeyê ve rastî astengiyan hatin. Bi taybetî ji bo amadekrina fîlmê azadiyê dîtina pereyan û fînansê zahmettir e.


'Gelê kurd êşeke pir mezin kişand'

Hozatli, da zanîn ku wî ji bo ku êş û serpêhatiya gelê kurd bîne ziman ji xwe re kiriye karekî serek û wiha axivî: "Gelê kurd piştî demek dirêj a koletî û dîlgirtinê dest bi tekoşîna azadiyê kiriye. Di dema têkoşîna azadiyê de dîsa rastî gelek êşên pir giran û dijwar hatiye. Dema min sînemaya azadiyê çêkir, min xwest vê rastiya ku bi serê gelê kurd de hatiye bînim ziman. Gelê kurd ji bo adiya xwe êşên gelek mezin kişandine. Dîsa ji bo azadiya xwe bedelên gelek mezin daye. Min xwest vê têkşîna gelê kurd û êşên ku bi gelê kurd hatiye kişandin bi gelê cîhanê re parve bikim. Min xwest ku her kes vê rastiyê bibîne û bizanibe.

Hozatli, destnîşan kir ku li dijî bingeha faşîzan a dewletê, li Tirkiyeyê di qada çand û hunerê de hêzên demokratîk û azadîxwaz hene. Hazatli, daxuyand ku ji ber vê yekê di pêşxistina sînemaya azadiyê de ne bêhevî ye.

'Divê JÎTEM û Ergenekon deşîfre bibe'

Hozatli, daxuyand ku wî bi vî fîlmî xwestiye ku rastiya JÎTEM'ê û Ergenekonê li ber çavan raxe. Hozatli, bibîrxist ku JÎTEM û Ergenekon li herêmê deşîfre bûye, lê ew dixwaze bi vî fîlmî rastiya JÎTEM'ê û Ergenekonê li ber çavê hemû cîhanê raxe û wiha pêde çû: "Hêj Suleyman Demîrel Mehmet Agar Tansû Çîller û her wiha hemû Serfermandar hêj li ser kar in. Her çend AKP bêje li dijî Ergenekomê têdikoşe jî di rastiyê de ne wisa ye." Hozatli, da zanîn ku hêj dewlet nirxên gel naparazê û hêj bi polîtîkayên înkar û îmhayê komkujiya ziman, çand, siyasetê li ser gel dimeşîne.

EVRÎM KEPENEK

(mae/sa)