1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Sal bi sal hêjmar zêde dibe
Sal bi sal hêjmar zêde dibe,sal,bi,sal,hêjmar,zêde,dibe

Sal bi sal hêjmar zêde dibe

Sal bi sal hêjmara kesên li benda organan zêde dibe

A+ A-

HAMDULLAH KESEN Serokê Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Neqla Organan a Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çukurovayê Prof. Dr. Ugur Erken, diyar kir ku sal bi sal hêjmara kesên li benda organan radiwestin zêde dibin û tenê li Tirkiyeyê 65-70 hezar mirov li benda neqla organan in.

Li gorî daneyên Serokatiya Daîreya Xizmetên Diyaliz û Neqla Organan a Xizmeta Midûriyeta Giştî ya Wezareta Dadê li Tirkiyeyê di sala 2012'an de kesên li benda neqla gurçikan in 2 hezar û 671 kes in. Ji van kesan neqla 978 kesan hate kirin. Hezar û 693 kesên din jî li benda neqîla gurçikê ya lezîn in. Li Tirkiyeyê heta niha neqla gurçikê ya 4 hezar û 952 kesan hatiye kirin. Piştî neqila gurçikan 91 kesan jiyana xwe ji dest dan. Niha 53 hezar û 744 nexweş tedawiya gurçikê dibînin.

'Bexşîya organan pir kêm e'

Serokê Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Neqla Organan a Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çukurovayê Prof. Dr. Ugur Erken, der barê rewşa nexweşên gurçikê û neqla organan de nerînên xwe bi ajansa me DÎHA'yê re parve kirin û diyar kir ku li Tirkiyeyê 65- 70 hezar kes li benda neqla organan in. Erken, anî ziman ku kesên dikevin diyalîzê agahiya wan bi bexşîş û neqîla organan tune û wiha got: "Li Tirkiyeyê neqla organan di sala 1975'an de dest pê kir. Pişti sala 1990´an neqîla organan zêde bû. Li Tirkiyeyê 40 hezar nexweşên gurçikê, 50 hezar mirov li benda neqîla organan e. " Erken, da zanin ku ji bo bexşîya neqla organan kampanyayên cuda dimeşînin û wiha got: "Li Tirkiyeyê neqla gurçik û organên zindî pir kêm û bi sînor e.

'Ji bo neqla organan diçin Îran, Iraq û Efganîstanê'

Erken, da zanîn ku li Tirkiyeyê cihê ku nexweşên gurçikê lê bimînin û doktorên gurçikê kêm in û tenê li Edeneyê nêzî 1000 nexweşên li benga neqîla gurçikê heye. Erken, daxuyand ku hin nexweş bi rêya mafya diçin ji Îran, Iraq, Afganistan û Hindistanê gurçik û goranan tînin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî