1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Salih Muslim: Armanca me avakirina Sûrîya Demokratîk e
Salih Muslim: Armanca me avakirina Sûrîya Demokratîk e,salih,muslim,armanca,me,avakirina,sûrîya,demokratîk,e

Salih Muslim: Armanca me avakirina Sûrîya Demokratîk e

A+ A-

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku avakirina Sûriyeke demokratîk û federal ku hemû pêkhateyên wê bi îradeya xwe bijîn erkek partiya wan a sereke ye û got “Bi pêkanîna vê armancê em erkek mezin li pêşberî dîrokê bicih tînin”.

Bi boneya 13. salvegera damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hevserokê partiyê Salih Mislim ji ANHA’yê re axivî û salvegera damezirandinê li hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyê pîroz kir.

Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rojboriyên partiyê ku di nav têkoşîn û xebata rizgarkirina gelê Kurd de derbas bûn û wiha axivî: “Me ev sal hemû li ber gelê xwe di nav têkoşînê de borandin. Hemû deskeftiyên ku me bidest xistin jî bi saya têkoşîna vî gelê şoreşger pêk hatin. Piştî damezirandina partiya me bi çend mehan me serkêşiya Serhildana Qamişlo ya 2004’an kir û heya roja îro anî. Di vê têkoşînê de gelek endamên me yên mîna Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) û Mamoste Osman Silêman di zindanên rejîma Baasê de şehîd ketin."

Muslim di dewama axaftina xwe de bibîr xist ku PYD partiyek gel e û herî zêde di têkoşîna xwe de şiyarkirina gel da ku karibe xwe bixwe birêve bibe pêk anî û wiha domand: “Bi nêrîna min partiya me dikaribû bi vê erkê rabe û ji xwe encamên vê xebatê niha li rûyê erdê diyar in”.

‘Nimuneya sîstema herî baş ji Sûrî û Rojhilata Navîn re’

Hevserokê PYD’ê, da zanîn ku sîstema Rojava dê karibe edalet û demokrasiya ji Sûriye û Rojhilata Navîn re bîne û wiha axivî: “Sîstema ku niha li Rojava pêk hatiye bi îradeya gel hat damezirandin û PYD’ê dikaribû ku pêşengiya vê sîstemê bike. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyê xwe di nav sîstemeke ku nimûneya sîstema herî baş ji Sûrî pêşerojê û Rojhilata Navîn re ye, birêxistin dikin. Ev sîstem dikare demokrasî û edaletê bîne”.

Di vê navberê de Muslim bal kişand ser têkoşîna gelê Rojava û sîwana temsîla siyasî ya ku PYD’ê li derveyî welat çêkiriye û wiha pê de çû: “PYD’ê têkoşîna gelê Rojava gihand hemû qadên siyasî, dîplomatîk û hwd. Ev erkek me bû û em pê serbilind in. Em soz didin ku têkoşîna xwe heya pêkanîna hemû armanc û daxwazên gelê xwe bidomînin.”

‘Desthiladarî ne armanca me bû’

Salih Muslim hemû idîayên ku dibêjin “PYD desthildar e” red kirin û got ku wan di têkoşîna 13 salan de tu carî bidesxistina desthiladarî yan jî kursiyekê armanc nekir, berovajî wê, her di xizmeta gel de bû.

Di dawiya axaftina xwe de, Salih Muslim soz da ku ew ê heya avakirina Sûriyeya Demokratîk a Federal têkoşîna xwe bidomînin.