1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Salih Muslim: Berxwedana Kobanê hêvî û rûmeta mirovahiyê ye
Salih Muslim: Berxwedana Kobanê hêvî û rûmeta mirovahiyê ye,salih,muslim,berxwedana,kobanê,hêvî,û,rûmeta,mirovahiyê,ye

Salih Muslim: Berxwedana Kobanê hêvî û rûmeta mirovahiyê ye

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim: 29’emîn serhildana Kurdan li Kobanê didome û pêşengiya şoreşa Rojhilata navîn dike

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM Di bernameya ku bi wesîleya 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Stockholmê pêk hat, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivî û da zanîn ku 29’emîn serhildana Kurdan li Kobanê didome û pêşengiya şoreşa Rojhilata navîn dike, berxwedana Kobanê hêvî û rûmeta hemû mirovahiyê ye.

Muslim di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan de 36. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got ku di encama têkoşîneke bêhempa de qezencên cidî hatine bidestxistin.

Muslim bi lêv kir qezencên wisa bi hêsanî nehatine bidestxistin, gelê Kurd û tevgera azadiyê berdelên mezin dane, bi deh hezaran şehîd hene û li her çar parçeyên Kurdistanê bi can û xwîna xwe gav bi gav meşiyane û hatine vê nuqteyê.

WE SERHILDANA 29’EMÎN NEPELÇIQAND

Muslim di berdewama axaftina xwe de got: “Dema ku Suleyman Demîrel Serokkomar bû, behsa 28 serhildanên Kurd dikir. Digot hemû hatine pelçiqandin wê ya 29’emîn jî bê pelçiqandin. Lê we 29’emîn serlhildan nepelçiqand û hûn nikarin bi pelçiqînin jî. Ev serhildan niha li Kobanê berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê tarûmar dike. Pêşengiya şoreşa Rojhilata Navîn dikin. Ji bûyerên ku di dîrokê de pêk hatine hesab dipirse.

Ereb, Asurî-Sûryanî û gelên din ji li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji Kurdan alîkariyê dixwazin. Dibêjin werin me rizgar bikin. Berxwedan û şoreşa li Kobanê hesabê dijminahiya ku xistine navbera gelan dipirse. Berxwedana li Kobanê hêvî û rûmeta mirovahiyê ye. Hêviya gelê ku azadî û demokrasiyê dixwazê ye. Di sedsala 21’ê de weke ku serê mirişkan jê dikin mirov serjê kirin. Ev kes niha li Kobanê hesab didin. Di sedsala 21’ê de kesên ku li bazaran jin wek kole firotin niha li Kobanê ji wan hesab tê pirsîn. Em vê deyndarê Arîn Mîrxan û kesên li wir li ber xwe didin.”

BILA KES NEFIKIRE KU ME BIKIN KOLE

Muslim axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hemû hevalên şehîd Arîn Mîrxan in. Ger Arîn Mîrxan tunebûya, îro em ne li vir bûn. Hemû maf û mewziyên ku me bidest xistine bi saya têkoşîna şehîdên me ye. Û tu kes jî wê van ji me nikaribe bigire. Bila ti kes nefikire ku me bike kole. Li pêşiya me demokrasî heye. Ev demokrasiya rast e. Bi saya berxwedana ku li Kobanê tê nîşandan hemû gel û hêzên demokrasiyê piştgiriyê didin berxwedanê.

29’emîn serhildan bi daxwaz û jîrbûna ku destpê kiribû berdewam dike. Bila gumana kesî tunebe. Tevgera Azadiya Kurd ji vê pêvajoyê re pêşengiyê dike. Kesên ku plan û hesabên wan ên cuda hene bila vê li ber çavan derbas bikin. Em ne tenê ji bo gelê xwe ji bo hemû gelên bindest têdikoşin. Li Kobanê hemû gel li gel hev bi hev re têdikoşin. Hêza tu kesî tine ku vê yekîtiyê xera bike."

EM DIGIHÊJN HEDEFÊN NÎVÇE MANE

Muslim diyar kir ku serhildanên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mela Mustefa Barzanî, Qazî Muhammed hatine pelçiqandin û wiha berdewam kir: “Ev hemû jî ji me re bûn tecrûbe. Em bi tecrûbeyên ku me ji wan girtine tevdigerin. Em digihêjin hedefên xwe yên nîvçe mane. Em serhildana Barzanî temam dikin."

BILA KES LI SER KURDAN HESABÊN ŞAŞ NEKE

Muslim got ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêvajoya li Kobanê bigihêje serkeftinê û wiha axivî: “Bila her kes vê bizane û hesabê xwe li gorî vê bike. Bila kes li ser Kurdan hesabên şaş neke. Yên ku niha vê dikin şaş in. Dixwazin li ser Kurdan lîstikan bilîzin û wan tune bikin. Lê ev hesab hemû vala dertên. Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd êdî hesab dipirsin. Kurd êdî ji têkoşînan re pêşengiyê dikin. Kesên ku bi Kurdan re dost bin wê qezenc bikin û yên ku dijminahiyê bikin wê winda bikin.

Dostaniya bi Kurdan re dostaniya bi mirovahiyê re ye. Dostaniya bi demokrasiyê re ye. Em ji kesên ku dijminahiyê dikin hesap dipirsin. Yên ku li Kobanê bêterbiyetiyê dikin em wan terbiye dikin. Ew ê bi serkeftina Kurdan terbiye bibin.”

NIYETA AKP’Ê YA ÇARESERKIRINÊ TUNE

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun jî li ser damezrandina PKK’ê û pêvajoya wê ya pêşketinê sekinî û axaftina xwe li ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera tevgera Kurd û dewleta Tirk de berdewam kir.

Uzun diyar kir ku PKK di pêngavên partîbûn, artêşbûn, gelbûn û tevgera herêmî re derbasbûye û di 36 salan de gihiştiye asteke gerdûnî û wiha berdewam kir: “PKK ev bi felsefeya Apocî bi bawerbûna hêza xwe qezenc kiriye. Şerê xwe yê niha jî bi vê hêzê dimeşîne. Hinek xetere derketin holê, lê yekane çareserkirina reya vê bi bawerbûna hêza me derbas dibe.

Geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê berpirsyariyên girîng datîne ser milê ciwanan. Me pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Projeyeke AKP’ê ya wekê ku pirsgirêkê çareser bike tune. Niyeta AKP’ê ya çareserkirinê tune. Tenê dixwaze qezenc bike. Lê em bang li AKP’ê dikin. Ger bi cidiyet dest bi muzakereyan nekin, şert û mercên Rêber Apo neyên başkirin, hûn ê di pêvajoya muzakereyê de zêde pêş nekevin."

DEMA SERÎ TEWANDINÊ DERBAS BÛ

Parlamenterê Partiya keskan Jabar Amîn jî 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û got: “Bi saya vê têkoşîna ku tê dayîn ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna neteweyî derketiye holê. Êdî dema serî tewandinê derbas bûye. PKK’ê li Kurdan û Kurdistanê ev pêş xist. Divê ev têkoşîn hê bêtir bê bilindkirin û li her derê cîhanê bê belavkirin. Bi vê re dikare mewziyên nûtir bên qezenckirin.”

Şeva ku nêzî hezar kesî tevlî bûn, hunermendên Kurd Ferhat Kanat, Mîran Mîrza, Diyar, Sosin, Kale Ateşî, Berîvan Alp, Necmeddîn Xulamî bi stranên xwe gel coşandin.