1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Salih Muslîm: Eger Kurd îro nebin yek, wê careke din nikaribin
Salih Muslîm: Eger Kurd îro nebin yek, wê careke din nikaribin,salih,muslîm,eger,kurd,îro,nebin,yek,wê,careke,din,nikaribin

Salih Muslîm: Eger Kurd îro nebin yek, wê careke din nikaribin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle diyar kirin ku di vê pêvajoyê de ku êrîş li ser Kurdan hene, yekîtiya Kurdan wezîfeyeke mecbûrî ye

A+ A-

BRUKSEL - ANF Piştî banga Koma Civakên Kurdistan (KCK) a ji bo yekîtiya neteweyî li partî û rêxistinên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê kir, Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle ji ANF’ê re axivîn, bal kişandin li ser yekîtiya neteweyî, banga kombûyina Kongreya Neteweyî kirin.

MUSLÎM: JI BO YEKÎTIYÊ DIVÊ HER KES BERPIRSIYARIYÊN XWE BI CIH BÎNE

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salîh Muslîm: Di pêvajoyên wisa de ku zor û zehmet in, divê Kurd mil bi mil bin. Pêwîst e yekîtiya xwe saz bikin. Domahiya dîrokê de, rojên herî zehmet ji bo me Kurdan, ev roj in. Îro hemû Kurd hedef in. Hebûn û nebûna wan mijara bazarê ye. Ji ber vê jî divê ti Kurd xwe jê dûr negire, her kes berpirs e û erkdar e ku vê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Girîng e ku banga KCK’ê jî di vê demê de hatiye. Ewqasî girîng e. Ji ber ku giştî dîrokê jî li ser Kurdan qasî îro taloke nîn bû. Erê, serkeftinên me yên cîdî çêbûn, lê hê jî taloke dewam dike. Di rojevê de tinekirina Kurdan heye. Ji ber vê jî yekîtî û hatina cem hev gelekî girîng e. Eger Kurd, di vê demê de neyên gel hev, jixwe ti demên din nikarin li hev bicivin.

DÎCLE: KURD, SED SAL IN ÊŞA PARÇEBÛNÊ KIŞANDIN

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle: Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Armanca şerê îro ji nû ve xêzkirina sînoran e. Hewl tê dayîn ku bi Sykes-Pîcoteke nû bê çêkirin. Kurdan, ji ber beriya sed salan yekîtiya xwe saz nekirin, ji ber li welatên xwe tênekoşiyan, sed salan êşa vê gelekî kişandin. Îro divê ji van ezmûn bê derxistin, li vê erdnîgariya ku nexşe ji nû ve tên xêzkirin, pêwîst e Kongreya Neteweya Kurdistanê bê avakirin. Divê ev kongre li tevahî parçeyan yekeyên siyasî di nav xwe de bihewîne, meclîsek wê hebe, cuda jî komîsyonên wê yên dîplomasiya hevpar hebin, hêzên wê yên leşkerî jî bi koordîne bin. Eger Kurd, vê yekîtiya xwe û kongreya xwe ya neteweyî saz bikin, bawer dikim ku bi vê hêza xwe ya dînamîk a îro wê di diyarkirina siberoja Rojhilata Navîn de bibin xwedî gotin.