1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Salnama Ehmedê Xanî 2010 derket
Salnama Ehmedê Xanî 2010 derket,salnama,ehmedê,xanî,2010,derket

Salnama Ehmedê Xanî 2010 derket

A+ A-

Salnameya Ehmedê Xanî 2010 ji aliyê Weşanên Belge ve hate weşandin. Di Salnameyê de der barê berhemên fîlozofê kurd Ehmedê Xanî de gelek nivîsên lêkolînî yên bi tirkî û kurdî, hevpeyvîn û şîrove hene.

Sala borî Salnama Ehmedê Xanî 2009 ji aliyê Weşanên Belge ve hatibû weşandin. Salname Ehmede Xanî ya 2010 jî hat weşandin. Salnema ji aliyê lêkolîner Mehmet Gultekîn û Bahar Gultekîn ve hate amedekirin. Ji 227 rûpelan pêk tê û der barê berhemanên Ehmedê Xanî de gelek nivîsên lêkolînî yên bi tirkî û kurdî hene. Dîsa gelek hevpeyvîn û şîrove jî cih digirin. Nivîsên Mehmet Gultekîn, Zana Farqînî, Mamoste Qedrî, Dilşad Opengîn ku der barê Xanî de lêkolîn kirine, di pirtûkê de cih digire.

Salname ji 3 beşên "nivîsên lêkolînê", "şîrove û hevpeyvîn" û "nûçe" pêk tê. Di beşa yekemîn a nivîsên lêkolînê de 10 nivîs hene. Di beşa duyemîn de 18 şîrove û hevpeyvîn hene. di beşa sêyemîn de jî der barê Xanî de 25 nûçeyên ku derketine hene. Her wiha hin helbestên Xanî jî di pirtûkê de cih digirin. DÎHA (sa)