1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Salname dê Ehmedê Xanî bide danasîn
Salname dê Ehmedê Xanî bide danasîn,salname,dê,ehmedê,xanî,bide,danasîn

Salname dê Ehmedê Xanî bide danasîn

Weşana Belge hemû xebatên der barê Ehmedê Xanî yên di salên 2009 û 2010'an de hatin çapkirin tev kom kirin û di sala 2011'an de berhev kir çap kir

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU Weşana Belge hemû xebatên der barê Ehmedê Xanî yên di salên 2009 û 2010'an de hatin çapkirin tev kom kirin û di sala 2011'an de berhev kir çap kir. Amadekar Mehmet Gultekin, ku di nava xebatên pirtûkê de cih digire, diyar kir ku bi vê xebatê armanc dikin ku bêtir Xanî bidin naskirin û vegotin.

Pirtûka ku her sal bi ser navê helbestvan û fîlozofê kurd Ehmedê Xanî bi awayekî peryodîk tê amadekirin di nav weşanên Belge de hate çapkirin. Salnama Ehmedê Xanî ku hersal bi awakî peryodik çap dibe, ya sala 2011 an ji 380 rûpelan pêk tê û ji aliyê Mehmet Gultekin, Bahar û Nihad Gultekin hatiye amadekirin hat çapkirin. Salnama Ehmede Xani 2011 a ji naverokeke dewlemend pêkhatî da gelek lêkolîn, şirove, metnên konferansan û hevpeyvînên ku di sala 2011 an di derbarê helbesvan û zanyarê Kurd ê namdar Ehmedê Xanî û pirtûkên wî da hatine amadekirin cih girtine. Salname xebateke li ser bingeheke akademîk pêşkêşî xwendevanan dike. Salname bi du zimanan Kurdî û Tirkî dertê û wek amadekarên wê di pêşgotinê da diyar dikin, ewê ji sala 2012 an pêve cih bidin zimanên Îngilizî, Almanî û Fransizî jî. Nivîsên der barê xebatên Ahmetê Xanî yên di salên 2009 û 2010'an de di weşanên belge de hatin çapkirin hev hatin berhevkirin û di sala 2011'an de bi navê Salname hat çapkirin. Salname der barê berhem, konfernas û lêkolînên li ser Ehmedê Xanî hatine komkirin vedibêje. Salname ji aliyê Mehmet Gultekin, Bahar Gultekin û Nihat Gultekin ve hate amadekirin.

Lêkolîner Mehmet Gultekin, der barê xebata Salnameyê de agahî dan. Gultekîn, diyar kir ku Salnameya Ehmedê Xanî di sala 2008'an de bingehê wê hate avêtin û wiha got: "Di sala 1995'an de 300'emin salvegera nivîsandina destana Mem û Zînê bû. Der barê mijarê de li Ewropa û Rûsyayê gelek panel û xebat hatin lidarxisitn. Der barê xebat û lêkolînên Ehmetê Xanî de gelek nivîs û lêkolîn hatin kirin. Li Amedê konferansa Ehmedê Xanî pêk hat. Li Bazîdê her sal mihrîcana Çandê ya Ehmedê Xanî tê lidarxistin. Gelek nivîskaran der barê lêkolîn û xebatên Ehmetê Xanî de nivîs nivisandin. Êdî li her derê mirov rastî nav û xebatên Ehmedê Xanî û Mem û Zînê tê. Li ser navê Xanî konferans hatin lidarxistin. navê wî li dibistanan hatin kirin û bi destê dewletê Mem û Zîn hat çapkirin. Em bi armanca bêtir Ehmedê Xanî bidin naskirin û lêkolîn û berhemên wî bi civakê re parve bikin me salnameya wî çap kir.

Çend mijarên salnameyê evin:

* Erotik di Mem û Zina Xanî de

* Di Mem û Zin’ê da Jin

*Pirsa Xanî a “Qet mimkun e...”

*Cam-i Cem a Kurmancî

*Ehmede Xani û Zîn

*Diyalektika “aqilê” Ehmedê Xanî

(mae)