Samet Çelîk tê 'Înfazkirin'
Girtiyê bi nexweşîna penceşêrê Çelîk tê 'Înfazkirin' ZEYNEP KURAY Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê - Girtiyê bi navê Orhan Înce di nameya xwe de diyar kir ku nirxên xwînê yên nexweşê Losemiyê Samet Çelîk bilind nabin, giredayî vê rajeya hesin a laşê Çelîk jî 25 qat zêde bûye û pergala parastinê ya laşê wî iflas kiriye.
Serokomar Gul digot ku wê girtiyên bi giranî nexweş wê bên efukirin, lê dema mijar dibe girtiyên PKK'î rewş diguhere. Çelîkê di Girtigeha Sîncanê de girtiye û li ber mirinê ye hem nayê tehliyekirin, hem jî di nexweşxaneyê de li kouşa girtiyan de tê girtin.
Hevalê Çelîk, girtiyê binavê Orhan Înce ku ji doza PKK'ê hatiye girtin û ji ber rewşa hevalê xwe bi fikare nameyek ji kouşa 6'an ya Girtîgeha Bakirkoyê re şand. Înce di nameya xwe de dibêje, "Nexweşiyên hevalên me dikin şêwaza înfaze." Çelîk, nameya xwe wiha didomîne:
"Samet ev bi salane li hemberî penceşê têdikoşe. Lazime di zûtirin demê de nekilkirina mejiyê hestî bê kirin. Em wekî hevalên wî ji bo mejiyê hestî ên xwe bibexşînin me serî li rayedaran daye lê tu bersiv nadin me. Beriya niha 15 rojan carekê du unîte xwin didanê niha di nava 10 rojan de 3-4 unîte xwîn digire. Fatreşk û cegera wî êdî nikarin karê xwe bikin. Ji ber ku fatreşk naxebite wê jê bigrin. Rewşa wî her diçe berbi mirinê ve diçe. Hemû nirxên xwîna ketine, rajeya hêsên a laşê wî li gorî ya mirovên ji rêzê derketiye 25 qatan. pergala parastinê ya laşê wî iflas kiriye.
Diktoran ji ber ku êdî li girtîgehê dermankirina wî pêkan nîne rapor dan ku bê tehiliyekirin û li derva bê dermankirin lê nayê tehliyekirin. Dema me herî dawî ew me zanî ku êdî ji me xatir dixwaze. Êdî hatiye dawiya jiyana xwe. Divê rojên jiyana xwe yên dawî li cem malbata xwe bijî. Ji ber vê jî divê bê tehliyekirin.
ANF NEWS AGENCY
