1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Samiyan rojan xwe ya netewî pîroz kir
Samiyan rojan xwe ya netewî pîroz kir,samiyan,rojan,xwe,ya,netewî,pîroz,kir

Samiyan rojan xwe ya netewî pîroz kir

A+ A-

STOCKHOLM 07.02.2014 07:26:22 Gelê Samî ku axa wan di navbera çar welatan de hate parvekirin, duh roja xwe ya netewî li Swêd, Norveç, Fînlandiya û Rûsyayê bi bernameyan pîroz kir.

Li Norveçê alên Samiyan hate hildan lê, hikûmeta Swêdê qebûl nekir ku alên Samiyan bê hildan. Ligel vê li bajarên Laponyayê û bajarên mezin yên wekê Stockholm û Goteborgê alên Samî û Swêdê ligel hev hatin hildan.

Samî îsal ji ber ku axa wan ji aliyê tekelên madenê yên navnetewî hate dagikirin, bi xemgînî roja xwe pîroz dikin. Sala borî hikûmeta Swêdê stratejiya madena nû xist meriyetê û tekelên madenê li Laponyayê dest bi lêgerînê kirin, daristan birîn, bi bermahiyên kîmyewî gol û çem qirêj dibin. Her wiha çavkaniya debarê ya samiya lênerîna xezalan û masîvaniyê jî zirar dît.

Samiyan li dijî kanên madenê berxwedanek mezin dan û ligel şîdet û binçavkirinan jî berxwedana xwe didomînin.

Nûnerên rêxistinên Samiyan diyar dikin ku polîtîkayên hikûmetê bi qanûnên navnetewî re dikeve naqokiyê û hikûmeta Swêdê giliyê Komîteya Têkoşîna Newekheviya Netewên Yekbûyî kir.

SWÊD XALA 169’EMÎN YA ILO’YÊ ÎMZE NAKE

Sedemeke din ya ku Samiyan îsal di têketina pîrozbahiyan de xemgîn dike eve ku hikûmeta Swêdê hêj Xala 169’emîn ya Peyamana Rêxistina Xebata Navnetewî (ILO) ku mafê gelê herêmî dike bin ewlehiyê, îmze nekiriye.Samiyan da zanîn ku ligel ku di ser peymanê de 25 sal derbas bûye jî hikûmetê hêj peyman îmze nekiriye û ev wek heqeret li xwe dîtin.

JI PARTIYA NÎJADPEREST, HEWLDANA PROVAKATÎF

Serokê Partiya Demokratên Swêdê ya nîjadperest û dijminê biyaniyane, Jîmmîe Akesson ku di 2011’an de jis edî 5.9 deng girt û 20 qursî qezenc kir, diyar kir ku lênerîna xezalan ne tenê mafê Samiyane û got divê aydê her kesî be û got di roja netewî ya Samiyan de dê biçe Jokkmokk ya bazara Samiyan lê tê avakirin.

Her wiha partiya nîjadperest dixwaze ku mafê gundiyên Samî yên wekê masîvanî û xwedîkirina xezalan ji holê rabe.