1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sariyildiz: Dewlet dixwaze Cizîrê bi temamî vala bike
Sariyildiz: Dewlet dixwaze Cizîrê bi temamî vala bike,sariyildiz,dewlet,dixwaze,cizîrê,bi,temamî,vala,bike

Sariyildiz: Dewlet dixwaze Cizîrê bi temamî vala bike

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz anonsa polîsên Tirk a digotin, 'vala bikin, naxwe em ê çeka kîmyewî bi kar bînin' bibîr xist û destnîşan kir, ku armanca dewletê bi temamî valakirina Cizîrê ye

A+ A-

ŞIRNEX - ANF Li navçeya Şirnex Cizîrê, terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li dijî êrîşan di roja 20. de dewam dike.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li navçeyê ye diyar kir, ku duh êrîşa herî giran a 20 rojan hat kirin û got, "Êrîşa herî dijwar a bi tankan duh hat kirin. Êdî baştir fêm dibe ku dewlet dixwaze çi bike."

Sariyildiz ragihand, ku beriya niha bi demeke kurt, zarokekî 7 salî bi guleya sekvanan ji lingê xwe birîndar bû.

29 SIVÎL HATIN QETILKIRIN, ZÊDEYÎ 100 KES BIRÎNDAR BÛN

Sariyildiz da xuyakirin ku dewlet dixwaze Cizîrê bi temamî vala bike û got, "Polîtîkaya komkujî û koçberkirina gel di dewrê de ey. Bi rêk û pêk hovîtî tê kirin. Ev 20 roj in bajar hatiye dorpêçkirin, li 4 taxan elektrîk nîne, av nîne. Bi rêk û pêk êrîşa bi tank û topan li hemberî van taxan tên kirin. Gelek xanî xera bûn, gelek mirov di binê xirbeyan de man, birîndar bûn. Êdî bûye ku em nema dikarin lîsteya birîndaran çêbikin. Derfetên têkiliyê gelekî kêm in. Ji taxan agahiyên zelal nayên wergirtin. Li gorî texmînên me zêdeyî 100 birîndar hene."

Sariyildiz der barê mirovên jiyana xwe ji dest dane de ev agahî da: "29 sivîl hatin kuştin. 25 jê yekser ji aliyê sekvanan an jî bi êrîşên ji tank û maşînên zirxî hatin kuştin. Ev hemû mirovên sivîl bûn. 4 kes di dema êrîşan de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dan. Ev polîtîkaya wehşetê ye."

'LI WELATÊ KU SEROKKOMARÊ WÊ MÎNAKA HÎTLER DA...'

Sariyildiz da xuyakirin ku hin welatiyan ji wan re ragihandine, ku duh li pêşiya hin taxan anonsên hêzên dewletê yên bi rengê 'vala bikin, naxwe em ê çeka kîmyewî bi kar bînin' hatiye kirin û got, "Xuya ye yên van anonsan dikin xwedî erkek bê dawî ne, ku çi tê ber devê wan dibêjin. Li welatekî ku Serokkomarê wê ji bo sîstema bi dilê xwe mînaka Hîtler dide, polîsekî jê rêzê jî wê rabe li gorî kêfa xwe bi awayekî bêperwa ji gel re bêje 'Vala bikin, naxwe ez ê çeka kîmyewî biavêjim'. Em dizanin ku di sedsala 21'an de dînîtiyeke bi vî rengî nikare bê kirin, lê ev propagdayeke tarî ye. Ji bo çavên gel bitirsîne û gel bi zorê ji cih û warên wan derxîne, vê dikin."

'LI CIZÎRÊ BERF DIBARE'

Sariyildiz da xuyakirin ku mirovên naxwazin navçeyê biterikînin li cem xizmên xwe bi cih bûne, li malekê 3 malbat dimînin, mirov li mizgeftê jî dimînin û got, "Li ji sedî 90 ê navçeyê elektrîk nîne. Di rewşeke asayî de zêde berf li navenda navçeyê nabare. Lê îro berf dibare."

Sariyildiz herî dawî diyar kir ku polîsên li navenda navçeyê êrîş dikin, mîna çeteyên DAIŞ'ê tekbîrê tînin û êrîşê dikin.