1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Saxlem şandin YÎBO’yê şîzofrenî vegerandin
Saxlem şandin YÎBO’yê şîzofrenî vegerandin,saxlem,şandin,yîbo,yê,şîzofrenî,vegerandin

Saxlem şandin YÎBO’yê şîzofrenî vegerandin

A+ A-

11:33 02.02.2014 1 / 7 WAN (DÎHA) - Malbata Şehbaz zarokê xwe Muhammed Şahbaz (25) beyî ku tu nexweşiyên wî hebin şandin YÎBO’yê. Lê piştî salekê bi nexweşiya şîzofreniyê vegerandin malê. Malbat ji ber vê rewşê bi fikar e. Bav Îbrahîm Şahbaz destnîşan kir ku kurê wî rojê 4-5 pakêt cixare dikişîne, zerarê dide der û dorê sedema wê pêkanînên li YÎBO’yê ne. Pisporan diyar kir ku ciwanên ku li leşkerî û li dibistanên şevînê travmayan derbas dikin, bi nexweşiya şîzofreniyê dikevin.

Malbata Şehbaz, ji ber li gundê wan dibistana seratayî tune bû, kurê xwe Muhammed Şehbaz di 12 saliyê de ji bo xandinê şandin Dibistana Seratayî ya Herêmê a Şevînê ya Qelqeliya Wanê. Muhammed Şehbaz ê niha 25 salî ye, piştî salekî ew şandin malê. Derket holê ku li dibistanê bi nexweşiya şîzofreniyê ketiye.

Bav Îbrahîm Şehbaz (56) diyar kir ku piştî pirsgirêkên derûnî wan kurê xwe ji dibistanê wergirtiye, piştî birine doktor deketiye holê ku kurê wî bi nexweşiya şîzofreniyê ketiye. Şehbaz aşkera kir ku beriya ku ew kurê xwe bişînin YÎBO’yê tu pirsgirêkên wî tune bû, piştî salekî li YÎBO’yê ma rojekî ban wî kirin û gotin, ‘kurê te bi pirsgirêk e, were bigire’ û şandine malê.

Piştî çû YÎBO’yê lê wisa hat

Bav Şehbaz da zanîn ku piştî wan Muhammed aniye malê, derûniya wî hêj zêdetir xirab bûye, hem zerar daye xwe û hem jî daye der û dora xwe. Şehbaz bi lêv kir ku kurê wî berê gelekî zana û baş bûye, çi hatiye serê wî li YÎBO’yê hatiye serê wî.

Leşkerî û YÎBO nexweyê pêş dixin

Endamê Lîjneya Rêveberiya Odeya Tabîbên Colemêrg-Wanê Pispor Cem Taylan Erden jî destnîşan kir ku nexweşên şîzofreniyê nexweşên herî giran yên pîskyatriyê ne û aşkera kir ku ev nexweşî di civakê de hatiye merheleyeke gelekî girîng. Erden anî ziman ku nexweşiya şîzofreniyê nexweşiyeke malbatî ye jî û teqes kir ku di cihên wekî leşkerî û YÎBO’yê de jî nexweşiyên bi vî rengî derdikevin holê.

Erden bal kişand ser zoriyên der û dorê yên ku bandorê li ser kesayetiyê jî dikin û wiha pêde çû: “Ne ku leşkerî û YÎBO sedema vê nexweşiyê ne, lê ji bo ev nexweşî derkeve holê wekî sedem dikare bê nîşandan. Ev nexeşiyeke malbatî ye û şertên der û dor jî bi vê ve bê girêdan bi rihetî derdikeve holê. Ev nexweşî di hin nexweşêm meyê di konteyniran de dijîn de jî derdik holê. Ez bawerim di genetîka nexweş de bingehek heye û ji ber ku di dibistanên şevînê de piştgiriya civakî kêm e, zarokên 11 û 12 gelekî zehmetiyan dikişînin, piştre nexweşiyên bi vî rengî di zarokan de derdikeve holê. Ji bo van nexweşan ji dermankirinê zêdetir, pêdivî bi rehabîlateyê heye. Divê li civakê bê vegerandin.”

(aw/mae)