1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Saziyên jinan bertek nîşanî girtinan dan
Saziyên jinan bertek nîşanî girtinan dan,saziyên,jinan,bertek,nîşanî,girtinan,dan

Saziyên jinan bertek nîşanî girtinan dan

A+ A-

Komeleyên jinan ên Amedê bertek nîşanî zextên li dijî saziyên jinan û girtinan da. Jinan, diyar kir ku tiştên dewletê li Wanê nekirin saziyên jinan kir û ji ber vê yekê ji jinan tirsiyan û jin girtin.

Komeleyên jinan ên Amedê li hemberî zext û girtihên demên dawî daxuyaneyeke hevpar dan. Daxuyanî li Komeleya Jinê ya Ceren pêk hat. Komeleya Jinê ya Ceren, Komeleya Jinê ya Kardelen, DÎKASUM, Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Ceren, Epîdem, Selîs, Akademiya Jinê, Kooperatîfa Jinê ya Rezan, Kadem û Dayîkên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê komeleyên jinan Aliye Cemîloglu daxuyanî xwend û bal kişand ser zext, binçavkirin û girtinan û wiha got: "Em binçavkirin û girtina hevkarên DOKH'ê yên li Wanê pêk hatin şemrezar dikin. Pergala AKP'ê ji ber ku ji têkoşîna jinên kurd ditirse zext û girtinan pêk tîne."

'Li hemberî têkoşîna jinê bêtehemul in'

Cemîloglu, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî erdhejê dewlet li bendê bû ku bajarê kurd têk biçe lê bi piştgîriyê ev yekê pêk nehat. Pêşengiya vê piştevaniyê jî jinan kir. Binaçvkirin û girtina li hemberî aktîvîstên DOKH'ê yên li Wanê bêtehemuliya dewletê a li hemberî têkoşîna jinê ye. Ligel hemû zext û zordariyan DOKH dê têkoşîna xwe berdewam bike û em dê her tim bi hev re bin."

'Tu hêzên mêr li hemberî vê piştevaniyê ranawestê'

Cemîloglu, bang li hemû jinan kir ku li hemberî zextên dewletê bi hêz tevlî xebatan bibin û van zextan vala derbixin kir û wiha axivî: "Em bang li hemû jin û hêzên li dijî zext û zordariyên dewletê derdikevin dikin ku bi hêz li hemberî vê yekê rawestin û têkoşînê hêj bilind bikin. Em dixwazinin ku heke jin bên cem hev tu hêzên zilam li hemberî vê piştevaniyê xwe nagirin."

(bd/mae)