1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sempozyuma Navneteweyî ya Sûrên Amedê
Sempozyuma Navneteweyî ya Sûrên Amedê,sempozyuma,navneteweyî,ya,sûrên,amedê

Sempozyuma Navneteweyî ya Sûrên Amedê

Dê sempozyuma Navneteweyî ya Sûrên Amedê pêk bê

A+ A-

Li Koşka Çankayayê dê di pêşengiya Serokomar Abdullah Gul de bi tevlêbûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di navbera 19-20'ê nîsanê de sempozyuma Navneteweyî ya Sûrên Amedê pêk bê.

Li Koşka Çankayayê di bin baneyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Walîtiya Amedê, Wezareta Turizmê, Zanîngeha Dicleyê, Ajansa Pêşxistina Karacadagê de dê di navbera 19-20'ê nîsanê de sempozyuma Navneteweyî ya Sûrên Amedê pêk bê. Sempozyum dê saet di 09.00’an de li pêş Şaredariya Bajarê mezin maşîne bê pere biçin qada sempozyumê. Dê Serokê Vakfa ÇEKUL'ê Prof. Dr. Metin Sozen, Rektora Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Waliyê Amedê Mustafa Toprak amade bibin.

Di sempozyumê de dê hindekarên zanîngehan Prof. Dr. Zulkuf Gunelî, Prof. Dr. Canan Parla, Martine Assenat, Prof. Dr. Metin Ahunbay, Necdet Sakaoglu Yrd. Doç. Dr. Evren Daşdag, Prof. Dr. Canan Parla Alk Doç. Dr. Meral Halifeoglu Prof. Dr. Halil Degertekin, Prof. Dr. Vedat Toprak, Alk.Doç. Dr. Neslihan Dalkiliç û Adnan Nakiboglu û gelek kesên din dê li ser dîrok, girîngî, parastin û çanda sûrên Amedê axaftinan bikin.

(mae)