1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Semînera ‘Keseyatiya Kawayê Hesinkar û evsaneya ku pêkaniye’
Semînera ‘Keseyatiya Kawayê Hesinkar û evsaneya ku pêkaniye’,semînera,keseyatiya,kawayê,hesinkar,û,evsaneya,ku,pêkaniye

Semînera ‘Keseyatiya Kawayê Hesinkar û evsaneya ku pêkaniye’

A+ A-

HEWLÊR (DÎHA) - Akademiya Kurdî xizmetên xwe yên ji bo çand û dîroka Kurdî didomîne. Li Akademiya Kurdî li ser ‘Kesayeta Kawayê Hesinkar û Efsaneyak û Pêkaniye’ semînerek hat dayîn.

Li bajarê Hewlêrê li Navenda Akademiya Kurdî, li ser mijara ‘Keseyatiya Kawayê Hesinkar û Evsaneyak û Pêkaniye’ semînerek hat dayîn. Semînera ku ji aliyê dîrokvan û zimanzanê Kurd Dr. Ebdurehman Mizûrî ve hat dayîn gelek kesayetên navdar beşdar bûn. Semînerê Mizûrîdi axaftina xwe de balkêşand ser kesayete Kawayê Hesinkar û wiha got: ‘Kawayê Hesinkar, di dîroka gelên Arî, gelê Kurd û bi taybet di pêkhatina Newrozê de xwedî bandorek bê hempa ye. Kawa xwedî kesateyek serhildêr û welatparêz bû. Li gel ku li rastî hemû cûre zext û zoriyan dihat jî lê serê xwe li hember zulma Ejdehak ne tewand û gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir.”

Mizûrî di berdewama axaftina xwe de da diyar kir ku, her çendî bûyera di navbera Kawayê Hesankar û Ejdehak de aliyê xwe yê efsane û mîtolojîk hebe jî lê divir de çawaniya zulma dijminên Kurdan û li hember wê berxwedan û qehremantiya Kurdan ya wê demê ji me re radigehîne. Mizûrî wiha got: “Lewra divê gelên Arî bi taybet gelê Kurd hewl bidin kesayeta Kawayê Hesinkar lêkolîn bikin gelo çi bû sedem ku Kawayê Hesinkar rolek dîrokî leyîst û gelek ji tunebûnê rizgar kir.”

Piştî axaftina Mîzûrî bidawî bû beşdarvanên semînerê nêrînên xwe li ser newroz û Kawayê Hesinkar anîn ziman û hêjayî gotinê ye ku nîqaşên berfireh hatin kirin.

(wd/mae)