1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê 3.kongreya xwe pêk anîn
Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê 3.kongreya xwe pêk anîn,sendîkaya,rojnamegerên,kurdistanê,3,kongreya,xwe,pêk,anîn

Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê 3.kongreya xwe pêk anîn

A+ A-

Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê (KJS), 3’yemîn kongreya xwe pêk anî.

Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê (KJS), li salona Pêşewa ya Hewlêrê pêk anî. Kongreyê bi rêzgirtina dest pê kir. Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, Neqîb KJS'ê Ferhad Awnî, Cîgirê Sendîkaya rojnamegerên Filestînê Omer Nîzal û nûnerê Sendîkaya rojnamenivîsên Iraqê jî wek mêvan amade bûn. 290 delege beşdarî kongreyê bûn. Kongire dê 3 rojan, berdewam bike.

Serokê senîkayê Ferhat Awnî, diyar derbirî ku dozgerî û rayedarên herêmê yasaya jimare 35 ya rojnamevaniyê li Kurdistanê pêk nînin. û ji ber vê yekê ev bûye sedemê saziyên navdewletî raporên tûj di derbarê xirab bûna rewşa çapmeniyê li dijî herêmê kurdistanê bilav bikin. Awnî, bang li rayedar û dozgeran jî kir ku yasa û azadiya çapmeniyê li ber çav bigrin û pêk bînin.

Di roja dûyemîn de dê desteyek 5 kesî ji bo serokatiya kongreyê bên hilbijartin. Di roja 3’yemîn de raporê lijneyên yasayî, yasaya rojnamevaniyê, peymana rojnamevniyê navdewletî bên xwendin. Di heman rojê seat di 18:00’ê êvarî de biryare heryek ji Serok, encûmen û 2 lijneyên berzeft û çavdêrî ya Sendîkayê Rojnamenivîsên Kurdistanê bêne hilbijartin. DÎHA (ssq/mk/mae)