1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serbest hatin berdan
Serbest hatin berdan,serbest,hatin,berdan

Serbest hatin berdan

A+ A-

Li navçeya Tetwanê ya Bedîlsê 3 karkên ji aliyê endamên HPG'ê ve hatibûn girtin, serbest hatin berdan. Karkerên piştî ji aliyê HPG'îyan ve serbest hatin berdan ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Îfade dayîna karkeran didome.

Li navçeya Tetwanê di 22 tebaxê de 5 karkerên şirketê aîdê GSM'ê yên îstasyonên bazê ya li nêzîkê gundê Yelkenlî ye 30 kîlometrê ji Tetwanê dûr, dema xebata tamîrê dikirin, ji aliyê endamên HPG'ê ve hatibûn girtin. Piştî demek berê ji 5 karkeran 2 karker hatibûn berdan, 3 karkerên bi navê Îhsan Danişman, Niyazî Turgut û Cezayîr Karaca jî nû hatin berdan. Karkerên nêzîkî navçeya Xîzanê hatin berdan ji aliyê endamên ÎHD'ê hatin peşwazîkirin. Karkerên hatin berdan vê carê ji bo îfaden wan bê girtin birin ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê ve hatin binçavkirin.

Piştî karker hatin berdan, Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan bi malbatên karkeran re li ber deriyê Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê daxuyanî dan. Ceylan, da zanîn ku 3 karkeran wan geriyan û gotin ew hatine berdan û wiha axivî: "Ji mera gotin em berdana û em nêzîkê gundê Sîmekê yê Xîzanê ne. Ji bo em biçin karkeran bigirin me peşî agahî da Dozgeriya Bedlîsê. Piştre jî cihê ku gotin em çûn me 3 kes anîn. 3 karker li Tetwanê dijîn. Me karker anîn û teslîmî Fermandariya Cendirmeyan ya Navçe ya Tetwanê kir. Rewşa tendûrîstiya wan baş e. Em dixwazin piştî ku karê wan yê îfade bi dawî bû serbest bêne berdan." DÎHA (dt/mae)


Bêjeyên Miftehî