1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Serdanên Mislim ên li Kobanê didomin
Serdanên Mislim ên li Kobanê didomin,serdanên,mislim,ên,li,kobanê,didomin

Serdanên Mislim ên li Kobanê didomin

A+ A-

KOBANÊ – Salih Mislim di çarçoveya gera xwe ya li Kantona Kobanê de çû serdana Rêveberiya Xweser.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ku beriya çend rojan çubû Kobanê, serdanên xwe didomîne. Mislim tevî Endama Komîteya Navendî ya PYD`ê Dîlber Yusif çû serdana Navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Li avahiya Rêveberiyê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim û serokên hemû desteyan Mislim û Dîlber pêşwazî kirin.

Di serdanê de Mislim li ser rewşa dawî ya siyasî hin nirxandin kirin û da zanîn ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke peljenî (hesas) re derbas dibe, lewma pêwîste di her qadek û bi taybet jî di aliyê parastinê de hêza herêmê hîn zêdetirîn bê xurtkirin.

Mislim daxuyand ku êdî rojane gavên mezin tên avêtin û gelê Rojava hişyar kir ku li gorî vê yekê xwe ji her tiştî re amade bike.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim jî li ser rewşa bajarê Kobanê û xebatên ji nû ve avakirinê axivî û diyar kir ku ji ber dorpêça li ser Rojava, di warê ji nû ve avakirinê de zehmetî derdikevin, lê xebat ranawestin.

(ah)

ANHA