1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Serkeftina HDP’ê dê Tirkiyeyê ji sîstemeke dîktator veguhêze demokratîk’
‘Serkeftina HDP’ê dê Tirkiyeyê ji sîstemeke dîktator veguhêze demokratîk’,serkeftina,hdp,ê,dê,tirkiyeyê,ji,sîstemeke,dîktator,veguhêze,demokratîk

‘Serkeftina HDP’ê dê Tirkiyeyê ji sîstemeke dîktator veguhêze demokratîk’

A+ A-

AGIRÎ ÎBRAHÎM

DIRBÊSIYÊ – Hevseroka Desteya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê Gulnaz Salih diyar kir ku serkeftina HDP’ê di hilbijartinên 7’ê hizêranê de dê Tirkiyeyê ji sîstema dîktator veguhêze sîstemeke demokratîk û azad.

Hevseroka Desteya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê Gulnaz Salih di hevdîtinekê bi ANHA’yê re derbarê hilbijartinên parlemana Tirkiyeyê de ku tê payîn sibe bêne lidarxistin diyar kir ku ew wekî Desteya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê piştgiriya HDP’ê dikin û got: “Serkeftina HDP’ê dê hêvî û daxwazên gelên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ber bi azadiyê ve bibe.”

Gulnaz di axaftina xwe de got ku ambargoya hikûmeta Tirkiyeyê daniye ser Rojavayê Kurdistanê û alîkariya wê bi çeteyên DAIŞ’ê re li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Kantona Kobanê ku niha bûye mînaka têkoşîn û berxwedanê li tevahî cîhanê, ji tevahî cîhanê re asta destdirêjiya hikûmeta Tirkiyeyê li dijî pêkhateyên herêmê û alîkariya wê bi çeteyan re îspat kir. Ev siyaseta ku hikûmeta Tirkiyeyê dimeşand nûnertiya vîna gelan di azadî û aştiyê de nake.”

Derbarê helwesta hikûmta Tirkiyeyê li hemberî berxwedana Kobanê de Gulnaz di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Li seranserî bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê gel rabû serpiya û piştgiriya xwe bi berxwedana Kobanê re anî ziman. Li hemberî vê yekê dewleta Tirk bi hovîtî li hemberî xwepêşandanên gel derket û li aliyekî din jî alîkariya çek û cebilxaneyê ji çeteyan re diherikand. Ev yek bi belgeyên gelek dezgehên çapemeniyê re zelal bû.”

Gulnaz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li gel hemû destdirêjiya dewleta Tirk û sîstema wê ya dîktator bi dehan salan e hemleyên qirkirinê li dijî pêkhateyên Ermen, Elewî û kurdan dane meşandin û di bin durişmeya “Yek al, yek ziman, yek dewlet û yek milet de” ziman û çandên pêkhateyên din dihelandin. Niha ev durişme ne li gorî daxwaza gelan di azadiyê de ne gengaz e û niha gelên herêmê rastiya ku ji bo wê têdikoşiyan nas kirine.”

Gulnaz got ku ji bo hêvî û daxwazên hemû pêkhateyên Tirkiyeyê di azadî, wekhevî û demokrasyê de de pêk were û aştî li hevahî herêmê pêk were, bang li hemû pêkhateyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Gulnaz di dawiya axaftina xwe de ji bo ku komîteyên çavdêr ên hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dişopînin li gorî qanûnan tevbigerin û bi dengên welatiyan nelîzin, hêviyên xwe anîn ziman.

(jh)

ANHA