1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Serokatiya PDK’ê şaştiyê dike’
‘Serokatiya PDK’ê şaştiyê dike’,serokatiya,pdk,ê,şaştiyê,dike

‘Serokatiya PDK’ê şaştiyê dike’

A+ A-

EFRÎN – Şêwirmendê Hevserokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku Serokê Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê yê dema wî bi dawî bûye Mesûd Barzanî careke din derheqê mafê gelê Rojava de şaştî kiriye û got ku Barzanî niha dixwaze tiştên AKP’ê pêk neanî pêk bîne.

Şêwirmendê Hevserokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo nivîsek li ser malpera xwe ya civakî nivîsek weşand. Dîbo diyar kir ku Serokê Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê yê dema wî bi dawî bû ye Mesûd Barzanî di encama daxuyaniyên xwe yên dawî de dixwaze tiştên ku desthladariya AKP’ê di salan de di destpêka şoreşa Sûriyê de pêk bîne, dixwaze pêk bîne. Dîbo, wiha dot: “Di dema ku partiya me û hin partiyên din bûye endamekî sereke di çareserkirina aloziya Sûriyê de û bandora wê li ser herêmê çêbûye, Tirkiya ku karîbû me ji hevdîtinên Cinêv dûr bixîne. Birêz Barzanî piştigirya wî dike. Bi daxuyaniyên xwe yên eşkere ku şelîbûn li ser mijarê zêde bike. Destkeftiyên bi xwîna şehîdan pêk hatine û ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demroaktîk reş bikin.”

Dîbo, da zanîn ku di dema hemû tewanberî derabrê teqînên Biroksel li ser Tirkiyê dikevin, di dema Erdogan û partiya wî dijberiya gelê kurd dike û toparn bi ser gelê kurd de dibarîne, pêwîstiya gelê kurd bi yek helwestê heye û hevgirtinê heye. DI vê demê de Barzanî derdikeve û Erdogan wekî yê rast binav dike.

Dîbo di nivîsa xwe de wiha dom kir: “Em ji birêz Barzanî û hemû hevalên wî yên partiyê re dibêjin Çiqasî em di nerînê de ne wekî hevin yan heta bighêje asta dijberiya, divê xetên sor neyên derbas kirin. Xetên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine danîn. Ji wan jî şehîdên PDK’ê. Em dibêjin wekî Tirkiyê dijberiya kurdan heta li ser heyvê jî wê bike. Ew wekî hemû sîstemên desthiladara pêşwaziya kurdên mirî dike. Kurdên kole yên bê irade pêşwaziya wan tenê dike.”

Di dawiya nivîsa xwe de Sîhanok Dîbo got ku daxuyaniyên Barzanî ne dixzmeta doza kurd ye.

(dc)

ANHA