1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Serokkomar destûra bingehîn binpê dike'
'Serokkomar destûra bingehîn binpê dike',serokkomar,destûra,bingehîn,binpê,dike

'Serokkomar destûra bingehîn binpê dike'

Altan diyar kir ku Erdogan hema hema her roj Destûra Bingehîn binpê dike û dawî li Tirkiyeyê tîne. Sancar jî destnîşan kir, ku aktorên li dijî siyasetmedarên Kurd serî li rêbaza 'rakirina mafê destlênedanê' dane, ji holê rabûne

A+ A-

RIHA / ANF - HASAN YOLDAŞ Rojnamevan-nivîskar Prof. Dr. Mehmet Altan diyar kir ku Erdogan hema hema her roj Destûra Bingehîn binpê dike û dawî li Tirkiyeyê tîne. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Mîthat Sanar jî destnîşan kir, ku aktorên li dijî siyasetmedarên Kurd serî li rêbaza 'rakirina mafê destlênedanê' dane, ji holê rabûne.

Altan û Sancar, komkujiyên gelê Kurd tên kirin, gefên li siyasetmedarên Kurd tên xwarin, ji ANF'ê re nirxandin.

'SEROKKOMAR DESTÛRA BINGEHÎN BINPÊ DIKE, HIQÛQÊ JI HOLÊ RADIKE'

Altan da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê destûra bingehîn herî zêde ji aliyê Serokkomar Erdogan ve tê binpêkirin û destnîşan kir, ku Erdogan ew kesê hiqûqê tine dike ye. Altan diyar kir ku dewlet ji organên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê pêk tê û cihêkarî di navbera van hêzan de divê û da zanîn, ku di ji van organan nikare cihê yê din dagire. Altan anî ziman ku dewleta hiqûqê ya demokratîk bi vî rengî dikare bi rê ve biçe û got, "Lê belê ev yek li cem me, ji zûdeyî ji holê rabûye."

Altan da zanîn Tirkiye xwedî destûreke bingehîn a leşkerî ye û Serokkomar Erdogan vê destûra bingehîn jî her carê binpê dike û got, "Serokkomarekî AKP'yî yê serokwezîrtiyê dike heye. Hiqûq tê tinekirin. Mijara destlêdanê jî, dema ji aliyê siyasî ve bikeve dewrê, wê encamên gelekî şaş bi xwe re bîne. Tevî ku dadgeriyek li holê heye jî, Erdogan radibe dibêje 'Eger deng bidin min, hingî mijara destlêdanê ne pirsgirêk e, eger nedin, wê çaxê wê bibe pirsgirêk. Eger bi ya min bikin hingî çi dixwazin bila bikin, eger bi ya min nedikin, hingî ew ê mehkûm bibin."

'EGER MAFÊ DESTLÊNEDAN BÊ RAKIRIN WÊ ROJHILAT JI TIRKIYEYÊ QUT BIBE'

Altan diyar kir ku siyaset di nava dewletê hiqûqê de derbasdar e û eger ji ber berjewendiyên siyasî hiqûq û destûra bingehîn were binpêkirin wê siyaset biqede û got, "Divê ev herikîna Tirkiyeyê ya ber bi faşîzma tarî ve, bi bêdengî neyê pêşwazîkirin. Tirkiye ber bi felaketekê ve diçe. Ev serokwezîr û partiya wî li ku ne? Serkêşê rêveberiyê kî ye? Ti erka Serokkomar nîne ku der barê hiqûqê de daxuyaniyê bide. Ev yek arkê partiyên siyasî û parlamentê ye. Ti maf, erk û hedê Serokkomar nîne. Eger mafê destlênedanê were rakirin û bên cezakirin, hingî rojhilatê vî welatî wê ji Tirkiyeyê qut bibe. Ji aliyê siyasî ve têkiliya rojhilat a bi Enqereyê re wê qut bibe. Ev dîmenê tarî yê ku bi tank, top û çekên giran mirov tên qetilkirin, wê tarîtir bibe."

'BI VAN ÊRÎŞAN RE DIXWAZIN SERÎ LI HDP'Ê BIDIN TEWANDIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Mîthat Sancar jî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan weke şantajê nirxand û anî ziman ku bi operasyonan û qedexeyên derketina derve re hewl tê dayîn çavê gelê Kurd bitirsînin, bi şantajan re tê xwestin ku serî li HDP'ê were tewandin. Sancar got, "Lê belê wê nikaribin encama jê dixwazin bi dest bixin. Nepêkane ku ev şantaj HDP'ê ji xet û têkoşîna wê vegerîne. Serokkomar dibêje, divê bi tenê li hemberî Hevserokan cezayekî bi vî rengî were dayîn. Lê belê operasyonek li hemberî Hevserokan, wê li hemberî tevahiya HDP'ê be. Eger dest bidin endameke/î bi tenê yê HDP'ê ev yek wê were wateya hedefgirtina temamiya HDP'ê."

'YÊN EV RÊBAZ BI KAR ANÎN, JI HOLÊ RABÛN'

Prof. Sancar da xuyakirin, ku ji bo çêkirina destûreke nû ya bingehîn a demokratîk, beriya her tiştî pêwîstî bi atmosfereke demokratîk heye û got, "Di rewşa niha de, di serî de azadiya fikir û ramanê, gelek azadî hatine betalkirin. Di rewşeke bi vî rengî de çêkirian destûreke bingehîn a nû ne pêkane. Li aliyê din di polîtîkayên şer de êrîşeke bê sînor û rêbazeke tinekirinê hatiye pejirandin. Lewma nepêkane ku feraseteke ev rêbaz pejirandiye, destûreke bingehîn a xizmetê ji aştiya civakî re bike, biafirîne. Ji bo afirandina destûra bingehîn a demokratîk û aştiyane beriya her tiştî pêwîstî bi rewşeke azadîparêz heye. Divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn."

Sancar ragihand ku şantaja rakirina mafê destlêdanê nû nîne û got, "Mînaka vê ya herî balkêş operasyona sala 1994'an e. Ew kampanya ku hingî bi pêşengiya Çîller hat meşandin, li pêş çavan e ku Tirkiye aniye kîjan nuqteyê. Xisarên gelekî mezin afirand. Siyaseta Kurd qels nekir û pirsgirêk jî çareser nekir. Her kî difikire ku bi gefa rakirina mafê destlênedanê re ew ê zextê li gelê Kurd bike û vîna Kurdan bişikîne, di serî de jî Serokkomar bila li dema nêz temaşe bikin. Ev rêbaz hemû hatin ceribandin. Yên ev rêbaz ceribandin niha li qada siyasetê nînin. Bi navekî nebaş tên bilevkirin. Gelê Kurd û nêrên siyasî yên gelê Kurd her tim mezin bûn û wê mezin dibin."

'SEROKKOMAR BI XWE WELAT PARÇE KIRIYE'

Prof. Mîthat Sancar da xuyakirin ku polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê û Serokkomar Erdogan di fîiliyatê de welat parçe kiriye û got, "Li herêma Kurdan rêveberiyeke cuda heye. Li herêma Kurdan polîtîkayên şer tê birêvebirin. Tevî van hemû zeraran jî em di polîtîkaya demokratîkbûyînê ya ji bo tevahiya Tirkiyeyê de israr dikin. Em israra xwe ya di hedefa Xweseriya Demokratîk de didomînin."