Serokê Parlamentoyê: Divê aliyên siyasî dijî PDK’ê helwest nîşan bidin
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed diyar kir ku aliyên siyasî divê ji PDK'ê re bêjin dawî li dagirkeriya qada siyasî bîne û got ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya PDK'ê ye
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed beşdarî bernameya Stêrt TV bû, têkildarî reşa Herêma Kurdistanê nirxandinên giring kirin. Yusif Mihemed destnîşan kir ku ji ber parlamento hatiye dagirkirin ti îtîbara hikûmeta Başûr nemaye û got; "Hikûmet ya PDK'ê ye. Krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê gelek mezin bûye. Pirsgirêka serokatiya Herêma Kurdistanê maka hemû pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê ye. Dema ku serokek rewabûna wî nebe û dîsan xwe weke serok nîşan bike û wezîran ji hikûmetê dûr bixwe, Kak Mesûd û partiya wî rê bigre nehêle xelk biçe Hewlêr, Şengal û Behdînan, êdî pêwîste hêzên siyasî bibin xwedî helwest. Ji PDK'ê re bêjin êdî mafê te nîne pêvajoya demokrasiyê bê aktîv bikî."
'PDK casaretê ji bêdengiya aliyên din digire'
Yusif Mihemed ragihand ku PDK casaretê ji bêdengiya aliyên din digire û wiha pêde çû; "Ji bilî Tevgera Goran, aliyên din ligel PDK'ê hikûmetekî nû avakirine û li dijî wê ji derneketin. PDK casaretê ji bêdengiya aliyên din digire û rê li pêşketinên Herêma Kurdistanê digre. Li Herêma Kurdistanê du enî hene. Eniyek dixwaza rewşa Herêma Kurdistanê weke xwe bimîne. Desthilat û aborî di destê komek kêm de bimîne. Naxwazin guhertin pêkwerin. Lê piraniya welatiyan guhertinê dixwazin. Guhertina desthilatdariyê dixwazin. Dixwazin dahata herêma Kurdistanê zelal bê bi karanîn."
'Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka demokrasiyê heye'
Yusif Mihemed ragihand ku ji sala 2013'an ve rewabûna Mesûd Barzanî nemaye û wiha peyivî; "Ew pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê hene ne pirsgirêkên Tevgera Goran in. Pirsgirêka demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê aliyên Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe bişkênin. Em li bendê bûn ku serokekî nû ji bo Herêma Kurdistanê bê hilbijartin û parlamento bê aktîv kirin. Ji ber vê yekê parlamento nikare Barzanî ji karê wî dûr bixe. Ji sala 2013'an ve rewabûna Barzanî nemaye."
'Nakokiyên siyasî yên aliyên siyasî ber bi şerekî çekdarî ve diçe'
Yusif Mihemed da zanîn ku nakokiyên siyasî yên aliyên siyasî ber bi şerekî çekdarî ve diçe û wiha got; "Ew aliyên ku nekarîn li dijî dijminê gelê Kurd şer bike amadene şerê Kurdan bikin. Ez nikarim texmîn bikim wê heta çi astê ev gele bikare li ber xwe bide. Mixabin dema firsetan ji bo Kurdan tên pêş, nakokiyên navxweyî van firsetan haba dikin. Nakokiyên serokatiya Herêma Kurdistanê gelek firset ji destê me birin."
'PDK di bin navê ragihandina dewleta Kurdî de rûyê xwe yê rast yê siyaseta xwe vedişêre'
Yusiv Mihemd ragihand ku PDK di bin navê ragihandina dewleta Kurdî de rûyê xwe yê rast yê siyaseta xwe vedişêre û got ku hîmên dewletê nehatin danîn ma wê çawa dewlet bê ragihandin.
'Heya niha ti proje ji bo piştî Mûsilê xuya nake'
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihmed herî dawî wiha got; "Bi rizgarkirna Mûsilê re DAIŞ lewaz dibe lê ev yek tenê nebese. Pêwîste li Iraqê teror bê tinekirin yan wê dîsan serî hilde. Heya niha ti proje ji bo piştî Mûsilê xuya nake. Pêwîste Rojhilata Navîn ligorî daxwazên gelê wê bê dîzayînkirin. Divê rêveberiya welatên Rojhilat Navîn nenavendî bin. Divê têkiliyên aliyên Kurdan yên digel welatên cîran di berjewendiyên Kurdên parçeyên din de be. Divê siyaseta me Kurdan ji ya dewletên cîran me cûdatir be."
