1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Servîsa bi kurdî 11883 vebû
Servîsa bi kurdî 11883 vebû,servîsa,bi,kurdî,11883,vebû

Servîsa bi kurdî 11883 vebû

A+ A-

Kurdî ku li dadgehan wekî, “Zimanê nayê zanîn” tê binavkirin, hêdî hêdî di cemaweriyê de cih digire. Li Tirkiyeyê yekemîn servîsa jimarên nayê zanîn a 11883 a bi kurdî vebû.

Zimananê kurdî ku hêj di nava dewletê de wekî zimanê, “Nayê zanîn”, “Tê texmînkirin ku kurdî ye” tê binavkirin, hêdî hêdî di warê bazigirganiyê de, di cemaweriyê de cih girt. Yekemîn servîsa bi kurdî ya jimareyên nayên zanîn 11883 hat sazkirin. Servîs hewl dide ku di nava demek kin de navenda xwe bibe Êlihê û li wê derê bi cih bibe. Servîsa ku niha bi zaravayê kurmancî xizmeta testê dide. Hemû nûmarayên xwecih û yên GSM’ê ji vê servîsê bi kurdî tên hînbûn. Ji ber hin hincetên teknîk servîs niha li Îzmîrê xizmet dide.

Servîs xwe amade dike ku li Êlihê bi ekîbek 30 kesan pêk tê xizmet bide. Rayedarên şîrketê diyar kirin ku tu astengiyên fermî di vî warî de tune ne û diyar kirin ku ji ber nêzî 20 milyon kurd li vî welatî dijî wan xwestiye vê xizmetê bidin. Rayedarên şîrketî diyar kir ku hemû xebatkarên wan ji Enstutiya Kurdî sertifîka girtine û wiha gotin: “Li vî welatî eger 20 milyon kurd hebin mafê wan heye ku bi zimanê xwe zikmakî xizmet jî bigirin. Dema me şîrket ava kir ji ber ku me dizanî ev pêdiviyek e di warê bazirganiyê de tu fikarên me çênebûn.”

Welatiyên ku dixwazin ji vê xizmetê siud werbigirin, dikarin ji hemû derê Tirkiyeyê 11883’ê bigerin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî