1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Shakespeare Hate Bajêr
Shakespeare Hate Bajêr,shakespeare,hate,bajêr

Shakespeare Hate Bajêr

A+ A-

Hûn vexwendî ne ji bo çalakiya "Shakespeare Hate Bajêr" – "Shakespeare Şehre Geldi", ya ku wê ji aliyê Enstîtuya Diyarbekirê Bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DİSA) û Weşanxaneya LÎS’Ê ve, bi hevkarî, 15’ê Berfanbara 2010’an, di saet 17.30’yan de tê lidarxistin.

Kawa Nemir ê beşdarî çalakiyê bibe û ji me re qala karê xwe yê wergerê û serpêhatiya xwe ya der heqê Shakespeare de bike. Ew ê bi dû re beşek ji soneyên Shakespeare ji me re bixwîne. 

Wê çalakiya me di Hêwana Perwerdehiyê ya Odeya Mişawirên Malî yên Hesabgirên Serbest ên Amedê de bi rê ve here, ya ku li Diyar Galeriayê Bloka C’yê Qatê 1. e. 

Bi hêviya ku hûn jî beşdarî çalakiyê bibin.


Bêjeyên Miftehî