1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Sibe li BDP'ê hilbijartin dest pê dikin
Sibe li BDP'ê hilbijartin dest pê dikin,sibe,li,bdp,ê,hilbijartin,dest,pê,dikin

Sibe li BDP'ê hilbijartin dest pê dikin

A+ A-

AMED - Li gor nûçeyekê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo hilbijartinên 12'ê hezîranê (pûşper) dê ji sibe û pê ve dest bi hilbijartina berendaman bike. Hate ragihandin ku ji nav 270 kesên serî li partiyê dane, dê bi dengê delegeyan hilbijartinek pêk were. Piştî vê hilbijartinê dê navenda partiyê di heftiya pêşiya me de lîsteya parlamenterên nû zelal bike.

Li gor nûçeyek ku di ANF'ê de hate weşandin, BDP dê dîsa bi namzetên serbixwe têkeve hilbijartina 12'ê hezîrana 2011'an. Di nûçeyê de tê gotin ku 270 kesî serî li namzeytiyê daye û dê gelegeyên BDP li bajarên xwe ji nav serlêdêran hilbijartinekê bikin.

Li gor agahiyên di nûçeyê de hatine dayin li Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn, Colemêrg, Wan, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Îdir û Sêrtê dê delege biçin ser sindoqê û ji nav serlêdêran lîsteyek dawî derxin. Hate ragihandin ku hilbijartinên pêş dê heta 31'ê adarê bidomin. Piştî hilbijartinan ji serlêdêran kî pir deng bistîne ew dê têkeve lîsteya namzetên serbixwe.

Piştîku namzet zelal bûn dê di hefteya yekemîn a nîsanê de jî ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya BDP'ê ve ji raya giştî re were aşkerekirin.