1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Sibê dê xelata Apê Feqî bê dayîn
Sibê dê xelata Apê Feqî bê dayîn,sibê,dê,xelata,apê,feqî,bê,dayîn

Sibê dê xelata Apê Feqî bê dayîn

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê sibê bi merasimekê salvegera xwe pîroz bike û xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç bide

A+ A-

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê sibê bi merasimekê salvegera xwe pîroz bike û xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç bide.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18'ê nîsana 1992'yan de hate avakirin. Enstîtuya Kurdî sibê bi minasebeta 20'emîn salvegera damezirandina saziyê û wefata Feqî Huseyîn Sagniç, dê "Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç" bide. Merasima salvegera damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û xelata Apê Feqî Huseyin Sagniç dê sibê bi merasimekê pêk bê. Mamosteyê Enstîtuyê Mulazim Ozcan (Miraz Ronî) ji bo 8'min xelatê layîq hate dîtin. Merasim dê sibê saet di 17.00 - 20.00'an de li Cezayir Cafe ya Taksimê pêk bê.

(bg/mae)