1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Silîvanî: Em ê tu carî ji têkoşîna xwe venegerin
Silîvanî: Em ê tu carî ji têkoşîna xwe venegerin,silîvanî,em,ê,tu,carî,ji,têkoşîna,xwe,venegerin

Silîvanî: Em ê tu carî ji têkoşîna xwe venegerin

A+ A-

AMED / ANF - MELEK YUKSEL Şêniyên taxên Tekel, Mescît û Konak ên Farqînê, ku di dema qedexeya derketina derve ya 12 rojan de gelek hovîtî bi serê wan de hat, anî ziman ku hikûmeta AKP û Serokkomar Erdogan bi polîtîkayên şîdetê re nikarin tiştekî bi dest bixin. Şêniyên taxan gotin, "Ew çiqasî di şer de israr bikin û malên me bombe bikin jî, em ê dev ji aştiyê û têkoşînê bernedin.

Li Farqînê, piştî ku dorpêçî û qedexeya derketina derve ya aliyê dewleta Tirk ve hat meşandin hat rakirin, bi hezaran kesan taxên Mescît, Konak û Tekelê ziyaret kirin. Dîmenê li taxan, asta êrîşê radixist pêş çavan. Hema bêjin mal û avahiyek nemabûn ku li taxan gule lê neketiye. Şêniyên her sê taxan, 12 rojên qedexekirî û hovîtiya li wan hat kirin, vegotin. Li Farqînê ku tîmên tevgera taybet gef û dirûşmên tolhildanê li dîwaran nivîsandin, bîlançoya 12 rojan: mirina sivîlan, xaniyên hatin bombekirin û alavên hatin şewitandin.

'TÎMÊN ESETÛLLAH XANÎ ŞEWITANDIN'

Piştî rakirina qedexeya derketina derve û dorpêçiya dewletê, ji şêniyên taxê Hasan Sezer peyivî û diyar kir ku tîmên tevgera taybet xaniyê wî şewitandine û eşyayên wî kirine ku nema bên bikaranîn. Sezer got, "Dema em li taxên bûn xetên elektrîk, av, înternet û telefonê hatibûn birîn. Em perîşan bûn, xwarina me nemabû. Em di nava lepên mirinê de hatibûn hiştin. Ji ber gule li xaniyên me hatin reşandin em neçar man ji taxê derkevin. Piştî ku em ji malê derketin, tîmên tevgera taybet an jî komeke ji xwe re digot Tîmên Esetûllah ketiye nava xaniyê me, eşyayên me ji hev xistin, her tişt ser û bin kirin û şewitandin. Mala me bûye xirbeyek, em nizanim em ê çi bikin."

Hasan Sezer da xuyakirin ku ji ber xetên têkilîdanînê yên li Farqînê di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê dewletê ve hatin birîn, wan nikarîbûn bi xizmên xwe re têkiliyê deynin û got, "Ji ber ku di dema qedexeya derketina derve destûra ketin û derketina ji taxê nedihat dayîn, bavê min nikarîbû bê malê. Ji ber ku telefon jî nedikişand, me nizanîbûn li ku derê ye. Hînê jî haya me jê nîne û ev rewş me ditirsîne û dixe nava endîşeyê. Dijî yan jî najî em wê jî nizanin."

'DERÎ ŞIKANDIN Û KETIN NAVA MALAN'

Abdulmelîk Tûncer diyar kir ku avahiya wan sê salan ji bo çêkirina wê kar kirine, di nava şevekê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye xerakirin û got, "Piştî ku înşaeta avahiyê qediya, min çar zarokên xwe li avahiyê bi cih kir. Dema şer giran bû, em neçar man malên xwe biterikînin. Deriyê avahiyê şikandine û bi zorê ketine hundir. Ketine her mala li avahiya ji 7 qatan, derî û camên wan şikandine û eşyayên ji wan re pêwîst bi xwe re birine, yên din hemû jî şewitandine. Avahî kirine xirbe."

Abdulmelîk Tûncer da zanîn ku ji wesayîtên zirxî yên li qada Gaza Topê hatibûn bicihkirin, bi bombeavêj re tax dihat bombekirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li her qadê avahiyê qulikên ji ber guleyan û topa hawanê hene. Ji ber topa hawanê li qatekî avahiyê, di sê dîwarên malekê de qul vebû. Bi qasî pênc hezar fîşek û 15 topên hawanê li avahiyê ketiye. Niha 60 salî me û heta min ev avahî çêkir bi salan xebitîm. Ji bo îro careke din vê avahiyê çêbikim divê 50 salên din bixebitim."

'TEVÎ KU DIZANÎBÛN KU DI HUNDIR DE MIROV HENE, GULE LI MALAN REŞANDIN'

Ahmet Kaçhan jî got, "Ji me re digotin 'derketina derve qedexe ye, ji malên xwe dernekevin'. Ji bo em nebin hedefa wan em ji malên xwe dernediketin. Lê belê vê carê gule li malan direşandin. Em li malê rûniştî bûn, bi carekê ve dengekî bilind hat. Dûre pê hesiyam ku wesayîta zirxî ya li pêşberî malê, gule direşîne. Min got, dibe ku pê zanibin em li hundir in, wê êdî guleyan nereşînin. Lewma min lampe vemirind û vêxist. Lê belê hîn bêhtir bi dijwarî gule reşandin. Piştî demekê, dema bersiv ji malê nedîtin, vekişiyan û çûn."

'DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ JI TIRKIYEYÊ RE BÊJE; BISEKINE'

Ahmet Kaçhan ragihand ku divê raya giştî ya navneteweyî dest li polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdistanê werbide û got, "Zîhniheta ku hewl dida parlamenterên gel jî bikuje, îro dewletê bi rê ve dibe. Piştî ewçend tiştên bi serê me de anîn, gelo niha qala kîjan demokrasiyê dikin? Bi şîdetê re ev pirsgirêk çareser nabe. Ev 40 sal in têkoşîn dewam dike. Dewletên li cîhanê ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser kirin. Lê belê AKP û Serokkomar Erdogan naxwazin vê bikin."

'EM Ê DEV JI QÎRÎNA AŞTIYÊ BERNEDIN'

Kezban Gul diyar kir ku mala wê hatibe bombekirin jî ew ê dest ji qîrîn û xwestina aştiyê bernede û got, "Li malê ez bi tena serê xwe dijîm. Min nexwest mala xwe biterikînim. Tevî ku dizanîbûn ez di malê de me çend caran gule reşandin û dîwar xera kirin. Gule li eşyayên li malê ketin. Ew di şer de çiqasî israr bikin û malên me bombe bikin jî, em ê ti carî dev ji xwestina aştiyê û têkoşîna ji bo vê bernedin."