1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Simon Dubbins: Şerê li dijî kurdan şerekî bêehlaq e
Simon Dubbins: Şerê li dijî kurdan şerekî bêehlaq e,simon,dubbins,şerê,li,dijî,kurdan,şerekî,bêehlaq,e

Simon Dubbins: Şerê li dijî kurdan şerekî bêehlaq e

A+ A-

AMED (DÎHA) - Endamê heyeta Îngîlîz û berpirsiyarê karê derve yê Sendîkaya United Simon Dubbins ku hat Amedê, diyar kir ku şerê li dijî kurdan tê meşandin şerekî bêehleq e. Dubbins, anî ziman ku ger tedbîr li dijî şerê Erdogan ê bêehleq neyê girtin dê encam pir cûda be.

Îxtîdara AKP'ê piştî di hilbijartina 7'ê Hezîranê de encam bi dest nexist, di 24'ê Tîrmehê de li dijî gelê Kurdistanê konsepta şerê taybet da destpêkirin. Gelek bajarên kurdan dorpêç kirin û kolan li welatiyan qedexe kirin. Li Cizîr, Sîlopî, Farqîn, Gimgim, Dêrik û Nizêbînê bi tang û topan li ser welatiyan bombe û gule barandin. Goristanê zarokên kurdan talan kirin û wêran kirin. Ev şerê hêzên dewletê li dijî gelê Kurdistanê li Hezex, Gever û Sûrê didome. Heyeta Îngîliz ji bo lêkolîn û çavdêriyê hat Amedê û agahî kom kirin. Endamê heyeta Îngîlîz û berpirsiyarê karê derve yê Sendîkaya United Simon Dubbins ku hat Amedê, têkildarî rewşa şerê li Kurdistanê çavdêriyên xwe bi DÎHA'yê re parve kir. Dubbîns, diyar kir ku şerê li dijî kurdan tê meşandin şerekî bêehleq e. Dubbins, da zanîn ku şerê li Kurdistanê bêehleq e û wiha got: "Şer çend dijwar û bê qûral be jî dîsa kurd ji têkoşîn û mafên xwe gavan paşve navêjin.

Dubbins, destnîşan kir ku wan tundî û hêza şerê li Kurdistanê ji nêz ve di çapemeniyê de dişopand lê piştî ku hatin Kurdistanê, dîtin ku rastî pir cuda ye. Dubbîns da zanin ku şerê li Kurdistanê û li dijî kurdan tê meşandin pir keyfî ye û ev keyfiyet di asta herî jor de tê meşandin. Dubbins, da zanîn ku wan rastiya şerê li Sûrê ya 89 rojan di cih de dît û wiha got: "Me şerê li Kurdistanê û Sûrê di cih de dît. Me zerara li Sûrê di cih de tespît kir. Li Amedê û Kurdistanê şerê ku Erdogan û AKP'ê li dijî kurdan daye destpêkirin nayê qebûlkirin. Divê ev pêkanînên li dijî kurdan bi lezgîn bi dawî bibin.

'Erdogan li dijî kurdan şerekî bêehleq daye destpêkirin'

Dubbins, destnîşan kir ku şerê li Kurdistanê AKP û Erdogan li dijî kurdan daye destpêkirin bêehleq e û wiha got: "Hêj ev komkujî ji aliyê ewropa ve nehatiye dîtin. Erdogan penaberên ji Sûrî û Rojava yên berê xwe didin Ewropa li dijî welatên ewropa wekî gef bikar tîne. Ji ber vê yekê welatên ewropa li dijî vî şerî çavê xwe digirin. Lê ger ku tedbîr li dijî şerê bêehleq yê Erdoan li dijî Kurdan daye destkpêkirin neyê girtin, dê encam pir cuda be.

Dubbins, da zanîn ku hikûmet bi van polîtîkayan xwe di nava Rojhiulata Navîn de tenê dihêle û êdî Emerîqan jî piştgiriyê nade Erdogan.

'Têkoşîna kurdan mafdar e'

Dubbins, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bi heyran li têkoşîna kurdan a li dijî înkar û îmhayê dinerim. Ez bawer dikim ku dawiya dawî Tirkiye dê bi kurdan re li ser masê rûnê. Ji ber ku kurd di têkoşîna xwe de mafdar in û kurd heta dawî têdikoşin. Di dîrokê de jî xuya dibe ku taliya hemû şer û pevçûnan lihevhatin û muzakere ye. Çareseriya polîtîk û demokratîk e. Di mînakên Efrîqaya Başûr û Kolombiya de jî ev rastî heye. Têkoşîna kurdan têkoşînek mafdar e. Kurd li ser axa xwe rastî înkar, îmha û komkujiyê tên û heta dawî li nirxên xwe xwedî derdikevin. Têkoşîna kurdan têkoşîna me ye. Em bi heyranî têkoşîna kurdan dişopînin."

(mae)