1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Singera Nano Ket Dilqê Sormalika Xwînê
Singera Nano Ket Dilqê Sormalika Xwînê,singera,nano,ket,dilqê,sormalika,xwînê

Singera Nano Ket Dilqê Sormalika Xwînê

A+ A-

Li gor xebatek di Kovara Nature Nanotechnology'ê de hatiye weşandin, perçakî nano ku bi betanê malika sor a xwînê hatiye pêçan, di zeftkirina bakteriyên enfeksiyonan de hatiye bikaranîn.

Perçê nano, bi saya taybetiya xwe ya qulik qulikî (wekî singerê) toksînan (jehrî) zeft dike û dihêle. Proteînên toksîn ên li cîhanê herî pir in, ji aliyê gelek bakteriyan ve tên afirandin. Gelek tedawî jî hene ku avaniya wan toksînan a bi molekul armanc dike. Bi wan tedawiyan jî jêhatina kujrîner a wan toksînan ji holê tê rakirin.

Lê ji 80'yê pirtir malbatên toksîn ên proteînan hene. Ji ber wê ew cureyên tedawiyan divê li gor nexweşiyên cuda û şertên cuda bên guhartin.

Prof. Zhang dibêje, avaniya wan a molekulî çi dibe bila be, bi riya singera nano em dikarin toksînan bêbandor bihêlin.

Zhang û hempîşeyên wî di dema xebata xwe de dora perçeyên nano ên polîmerîk û bi zindiyan re lihevker bi betanê malika xwînê ya sor pêçane. Dora malsoreke xwînê ya bi tenê 85 nanometro ye û ji 3 hezaran pirtir jî çavikên wê hene (nano singer) û bes e. Nanosinger jî dikevin şûna malika sor a xwînê, ku toksîn wan armanc dikin, toksîn û proteînên nebaş zeft dikin û bê bandor dihêlin. Bi vî rengî toksîn ji armanca xwe yanî ji malikên sor ên xwînê tên dûrxistin.