1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Spiegel: Şer wê bidome
Spiegel: Şer wê bidome,spiegel,şer,wê,bidome

Spiegel: Şer wê bidome

A+ A-

Şerê ku bi pevçûna li Çelê û êrişên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir di çapemeniya Ewrûpa de cihekî girîng digire. Kovara Spiegel şkestina hêviyên aşitiyê yên pişt hilbijartinê weke sedem nîşan dide û ev şîrove dike; “Êdî her du alî jî qîma xwe bi hev naynin.”

Ajansên navneteweyî yên weke Reuters, Ajansa Nûçeyan a Fransa AFP, Ajansa Nûçeyan a Elman DPA û gelek saziyên çapemeniyê ên Ewrûpayê di nûçeya ku spartin ANF’yê de ragihandin ku gerîlayan di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk de tu windahî nedane.

Di rojname û kovarên nûçeyan de şîrove û nûçeyên derbarê ‘çima şer dîsa gurr” de tên belavkirin.” Şîroveya herî balkêş jî ji kovara mezin a Elman Der Spiegel hat. Di nûçeya li Stenbolê hatî amadekirin a malpera înternetê ya kovarê de bi ser nûçeya “Êrişa şkestina hêviyan” ev şîrove tê kirin:

QÎMA HER DU ALIYAN BI HEV DU NAYÊ

“Di şerên ji meha tîrmehê ve dest pê kirin de herî kêm 40 leşker hatin kuştin. Li gor eznûmên me yên domdirêj, wisa dixuyê ku êrişên hewayî nikare şer û pevçûnan asteng bike. Berovajiyê wê, dê şer û pevçûnan zêdetir bike. Ji rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan ku çapemeniya Tirk bi agahiyên şaş ragihand ku hatiye girtin, diyar kir ku wana heta niha ji sedî 5’ê hêza xwe bi kar neaniye û got ku ger êrişên artêşa Tirk didomin em ê Tirkiyeyê bikin dojeh.

Her çendî PKK’ê agirbest îlan kiribû, lê pevçûn û êrişên hewayê dîsa rê li ber şerek nû vekir. Piştî hilbijartina di meha pûşperê de parlementerên BDP’ê li bendê bûn ku dest bi muzakereyan bikin. Lê hêviyên her du aliyan jî şkestin. Beriya hilbijaritnê ji bo lewazkirina BDP’ê bi sedan Kurd hatin binçavkirin.

Piştî hilbijartinê parlementerên Kurd serbest nehatin berdan, ji ber wê jî parlementerên Kurd biryara boykota Meclîsê dan. Li aliyê din jî hevdîtina bi Ocalan re bê encam ma û ev yek jî careke din hêviyan şkand. Edî her du alî jî nikarin qîma xwe bi hev bînin. PKK’ê di van êrişên xwe yên dawî de nîşan da ku ew kengî bixwaze dikar êrişê bike, Erdogan jî hewl da ku komek biçûk a kurdên oldar û muhafezekar bikişîne aliyê xwe û diyar dike ku pêwîstî bi axaftina bi BDP û PKK’ê re tune ye.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî