1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Stargehên li dijî zilma Çîler hatin çêkirin îro jî jiyanê diparêzin
Stargehên li dijî zilma Çîler hatin çêkirin îro jî jiyanê diparêzin,stargehên,li,dijî,zilma,çîler,hatin,çêkirin,îro,jî,jiyanê,diparêzin

Stargehên li dijî zilma Çîler hatin çêkirin îro jî jiyanê diparêzin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) – Li navçeya Cizîrê ku êrîşên qirkirinê ya dewletê kete roja 16'emîn, li navçeyê stargehên ku gel di salên 90'an de li dijî şerê ku dewletê li hemberî gel dide meşandin di bin malên xwe de kolan niha jiyana wan xilas dike. Eylem Daniş a ku jiyana xwe di stargehan de derbas kiriye diyar kir ku ligel ku evqas dem derbas bû jî tiştek neguheriye û îfadeyên "em dîsa li stargehan in" bi kar anî.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê gel di salên 90'an de ji ber hewldanên dewletê yên qatlîaman çareserî di çêkirina stargehan de dîtibû. Cizîra ku rastiya şer dizanin hema li bin hemû malan de stargeh hatibû çêkirin. Stargehên ku di salên 90'an de li dijî zilma dewletê hatine çêkirin îro jî ji ber êrîşên qirkirinê dîsa tên bikaranîn. Gelek zarokên ku wê demê ji dayik bûn çavên xwe di van stargehan de vedikirin.

Zarokên wê demê niha li ber barîkatan e

Gelek zarokên ku bi êrîşên dewletê ve wê demê çavên xwe vekirin îro li kolanên Cizîrê wekî berxwedêreke li pişt barîkatan li dijî êrîşên dewletê li ber xwe didin. zarokên ku wê demê ji ber ditirsiyan û xwe vedişartin îro nahêlin leşker û polis bikevin taxên wan û pêşengiya berxwedanê dikin.

'Em li stargehan mezin bûn niha di berxwedanê de ne'

Gelê Cizîrê ku êrîşên dewletê nas dike xerîbî jiyana stargehan nîne. Eylem Daniş jî yek ji wan ciwanên ku di salên 90'an de li stargehan mezin bûye ye. Daniş bilêv kir ku herî baş gelê Cizîrê rûye îmhaker a dewletê dizane û wiha got: "Zaroktiya me di bin dengê tank û topan de derbas bû. Di salên 90'an de ji ber êrîşan dayikên mu ji bo ku ji êrîşên tank û topan biparêzin em dibirin stargehên di bin malan de û hema bibêje hemû zaroktiya me di bodruman bin dengê tank û topan de derbas bû. Em li satrgehan ji dayik bûn hê jî ji bo xwe ji zilmê biparêzin li satargehan in."

'Şeş malbat em li bodrumê dijîn'

Daniş anî ziman ku ji zaroktiya xwe heta niha zilma dewletê zêdetir bûye û didome û wiha axivî: "25/30 bal derbas bû. êrîşên li dijî me zêdetir bûye û didome. Niha jî bi tank û topan ve êrîşî me dikin. Ji bo ku em xwe ji êrîşan biparêzin stargên salên 90'an cardin bi kar tînin.. Tişta ku hatiye guhertin ew e ku asta êrîşan zêde bûye. Niha 6 malbat di stargeheke de dimînin."

'Heke em li ber xwe nedin dê bibe Şengal'

dayika bi navê Hatîce Goran a ku 16 roj in di stargehê de ye jî got uk ji bo we biparêzin di stargehê de ne û wiha got: "Mirovên me, ciwanen me, sewalên me tên qetilkirin. Heke em li ber xwe nedin dê wekî Şangalê me ji qatlîamê derbas bikin. Ji ber vê yekê jî em ê li ber xwe bidin û malên xwe neterikînin. Hete ev zilm bi dawî bibe em ê berxwedana xwe bidomînin."

'Dîsa bi tankan ve êrîş dikin'

Jina bi navê Felek Îdîm jî got uk wekî beriya salan îro jî gelek jin zarokên xwe li satrgehan mezin dikin. Îdîm bilêv kir ku li dijî êrîşan 30 stargeh çêkirine û wiha axivî: "Wê demê jî dewletê bi tankan ve êrîş dikir. Niha jî êrîş dike. Topebaran jî dikin. 5 malbat li vir in. Heke stargehên me tunebûya niha dibe ku windahi çêbûba. Li dijî êrîşan divê hemû kes tedbîran bigirin."

(sa)