1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Stenbol bi bêdengî dişewite
Stenbol bi bêdengî dişewite,stenbol,bi,bêdengî,dişewite

Stenbol bi bêdengî dişewite

A+ A-

STENBOL - Înîstiyatîfa Ciwanên Apocu, bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Stenbolê 30 wesayît û li Mêrsînê 4 şewitandin. Di nava 3 rojan de jimara wesayîtên hatin şewitandin bû 200.

Li gor agahiyan, şevê din demjimêr 01.00 li Kolana 72/2 ya Zeytînbûrnuyê 2 otobûs û 2 otomobaîl hatin şewitandin. Herwiha di heman demjimêran de li Başakşehîrê 8 wesayît û Kolana Ortanca ya Beyoglu 3 wesayît hatin şewitandin. Dîsa li Taxa Sultanbeyli Yavuzselim 2, Kolana Şişli Hortumcu jî 5 wesayît hatin şewitandin. Ji ber şewitandinên wesayîtan, polîsan şevê din li hinek cihên Stenbolê rê kontrol kirin û tedbîr girtin.

LI MÊRSÎNÊ JÎ 4 WESAYÎT HATIN ŞEWITANDIN

Li taxên Alsancak, Turuçlu û Tûrgût Turkalp ên Mêrsînê 4 wesayît hatin şewitandin. Yek ji wan wesayîtan êdî bi kêrî karanînê nayên û yên din jî ziyan girtin.


Bêjeyên Miftehî