1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Strana min dixwest di şahadeta wê de jê re bêjim, lê nebû...'
'Strana min dixwest di şahadeta wê de jê re bêjim, lê nebû...',strana,min,dixwest,di,şahadeta,wê,de,jê,re,bêjim,lê,nebû

'Strana min dixwest di şahadeta wê de jê re bêjim, lê nebû...'

A+ A-

MELTEM OKTAY

WAN (DÎHA) - Dayika endama YPJ’ê Aysel Encu (Beritan Goyi) Sosin Encu, diyar kir ku keça wê her dem behsa çiya dikir û dixwest bibe gerîlla. Dayika Aysel Encu Sosin Encu, anî ziman ku keça wê piştî tevlî YPJ'ê bû bihîst navê wê Bêrîtan e û li ser navê wê helbest nivîsand. Sosin destnîşan kir ku wê gotiye dema Beritana wê rojekê şehîd bikeve dê vê stranê bêje nekarîbû bêje.

Malbata Encu ya ji 11 kesan pêk tê li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê dijiya û ji ber zextên dewletê di sala 1999'an de neçar ma koçberî Wanê bû. Malbata Encu ya li Wanê bi cih bû ji bo derbara xwe bike 7 salan li Zozana Berçelan a Colemêrgê giha kom kirin. Malbata Encu li Wanê bi jiyana nû ya ava kirin têkoşîna jiyanê dan. Endama malbata Encu Aysel Encu (Berîtan Goyî) di 18 saliya xwe de tevlî PKK'ê bû û piştî 5 sal li wir ma derbasî YPJ'ê bû. Encu li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyan de par jiyana xwe ji dest da.

Piştî PKK'ê tevlî YPJ'ê bû û têkoşîna xwe berdewam kir

Encu, berî tevlî PKK'ê bibe di temenê xwe yê biçûk de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendin û ji wan bi bandor bû. Pişt re di sala 2006'an di xebatên ciwanan de bi hêz cih girt. Encu her tim di refên pêş de cihê xwe girt û hevalên wê gelek hes jê kirin. Encu ji ber xebatan bi malbata xwe re hin pirsgirêk jiyîn û li Mêrdînê xebatên xwe berdewam kirin. Ji ber xebatan derbarê Encu de gelek doz hatin vekirin. Encu piştî xebatên ciwanan di sala 2008'an di meha hezîranê de tevlî PKK'ê bû.

Dayîkê ji bo keça xwe staran nivîsî

Malbata Encu piştî keça wan tevlî PKK'ê bû demekê tu agahî jê negirtin lê texmîn kirin ku keca wan tevlî PKK'ê bûye. Malbatê sal û nîvan agahî ji keça xwe negirtin û tenê di televîzyonê de dîtin. Di vê navberê de birayê wê zewicî û zarokekî wê yê keç çêbû. Dayika Encu Sosin a ku navê keça xwe yê kod nedizanî di xevna xwe de dît ku navê keça wê Bêrîtan e û li ser vê yêkê navê neviya xwe kir Bêrtîan. Piştî re ji keça xwe agahî girt û hînbûn ku navê keça wan Bêrîtan Goyî ye. Dayika Dengbêj ji bo keça xwe staran bi navê "Bêrîtan" nivîsî. Dayikê xwest ku dema keça wê şehîd ket wê staranê bêje. Di vê navberê de Encu piştî şoreşa Rojava di sala 2013'an de derbasî Rojava bû û di nava YPJ'ê de têkoşîna xwe berdewam kir. Encu li hemberî êrîşên li dijî şoreşa Rojava berx xwe da û nêzî salek berê li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Encu ji aliyê hevalên wê ve li Serêkaniyê hate definkirin. Aysel Encu (Bêrîtan Goyî) bû şehîda 15'emîn a malbata Encu.

'Her tim behsa çiyayan dikir'

Dayika Encu Sosin Encu got ku "Bêrîtan şehîda kurd û Kurdistanê ye" Sosin Encu diyar kir ku keça wê gelek bi wêrek û li hemberî heval û malbata xwe gelek bi hurmet bû. Encu anî ziman ku piştî valakirina gundan koçberî Wanê bûn û wiha got: "Her tim pirtûkên serokatiyê dixwendin û ji min re digot, 'Dayê xweziya te xwendin zanînaba û te ev pirtûk xwendinban' Bêrîtanê her tim behsa çiyayan dikir. Dema behsa çiyayan dikir weke dayikek di dilê wê de hin tişt diqetiyan."

'Strana min ji wê re nivîsî min dixwest dema şehîd ket gotiba'

Encu, da zanîn ku keça wê her tim çîrokên têkildarî zarokatiya Ocalan re ji wê re vedigotin û wiha axivî: "Ji min re hertim digot, 'Dayê li pêşiya min nebe asteng ez dê derbikevin çiya' Dengê wê gelek xweş bû. Dema em ji Roboskiyê hatin xwest bibe dengbêj. Dema em diçin zozanan her tim çeka bavê xwe hildigirt û dixwast bibe gêrîla. Par Newrozê ez çûm Heftanînê da ku Bêrîtanê bibînim. Ez du rojan li wir mam. Ji min re got, 'Dayê ji ber ku ez hatim çiya weke dayîkek dibe ku te bîriya min kiribe lê tu min efu bike' Min jî jê re got, 'Riya te vekirîbe têkoşîna te pîroz be' Her tim dixwazin jin azad bin. Wê têkoşîn hilbijat. Her tim ji me re dixwast em biçin partiyê û tevlî meş û çalakiyan bibin. Di got, 'Di riya me de bimeşin' Piştî Bêrîtan çû ez her tim bi wê re dardiketim û radibûm. Piştî min navê wê bihîst li ser navê wê min staran nivîsand. Strana min nivîsandî min dê roja şehîd diket gotiban lê min negot."

Encu bilêv kir ku piştî keça wê derbasî Rojava bû li wir telefon li wan kir û got ew li Rojava ye. Encu destnîşan kir ku piştî çend hevdîtinan tu agahî ji keça xwe negirtin û pişt re agahiya şahedeta wê girtin û wiha pê de çû: "Ez dixwazim cihê Bêrîtan lê şehîd ket û gora wê bibînim. Ez her tim dixwazin biçim ziyaret bikim. Ez bizanim ez dê bimirim jî ez dê biçim."

'Di çalakiyan de li pêş de cih girtin ji xwe re kiribû rêgez'

Birayê şervana YPJ'ê Encu Cuma Encu jî diyar kir ku hêj biçûk bû bi xebatên siyasî re eledar bû û wiha got: "Jiyana komun bi min da hînkirin. Di belavkirina kar de tu cudahiya zilam û jinê nedikir. Dema dayik û bavê min diçûn zozanê bi mehan wê berê xwe dida me. Ew hem dayîk, bav û hem rêheval û hem jî dosta min bû. Her tişt me parve dikir. Bi saya wê min têkoşîn nas kir. Ji xwe re di çalakiyan de li pêş de cih bigire kiribû rêgez."

'Ji staran gotinê re gelek hes dikir'

Encu anî ziman ku dapîr û dayîka wan kevneşopiya denbêjiyên didan jiyîn ji ber wê yêkê xwîşka wê jî staran digotin û di govendan de bi hev re govend digirtin û wiha axivî: "Dengê wê gelek xweş bû û her tim staran digotin û ji vê yêkê hes dikir. Weke dayika min bû. Strana herî jê hez dikir ya Sosin 'Rêka min dûr e' bû. Piştî çû demeke dirêj me tu agahî jê negirtin. Piştî di sala 2013'an de derbasî Rojava bû li me geriya. 2-3 caran em pê re axivîn û pişt re salek şunda agahiya şahadeta wê me girt.

Encû da zanîn ku xeyala wî ew bû ku bi xwişka xwe re hevdîtinê bike lê ew pêk nehat û wiha pê de çû: "Min herî dawî ew nedît. Ez êşa wê yekê dikêşim. Lê ez bi wê serbilind im. Di riya vê dozê de bi hezaran kes şehîd ketin."

'Ez dixwazim ji bo gelê xwe bixebitim'

Bavê Encu Şakîr Encu jî diyar kir ku wê ji wî re got, "Bavo ez gelek hes ji te dikim. Heke tu jî hes ji min bikî pêşiya min negire ez dixwazim ji bo gelê xwe bixebitim" û bi vê yekê tevlî PKK'ê bû.

(bd/wk)