1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Stêrka bi dûvik ISON wenda bû
Stêrka bi dûvik ISON wenda bû,stêrka,bi,dûvik,ison,wenda,bû

Stêrka bi dûvik ISON wenda bû

A+ A-

Stêrka bi dûvik ISON ku 1,2 milyon kîlometre nêzî rojê bû, dijberî hêviyên zanyaran, ji ber germahî û radyasyona zêde, tune bû.

Astronoman çavdêrî lê kirin ku Stêrka bi dûvik ISON ya ji qeşa û tozeka dêwîn pêk tê, li pişt rojê wenda bûye û careka din xuya nebuye. Wisa hêvî dihat kirin ku dê Stêrka bi dûvik ISON ku 1,2 milyon kîlometre nêzî rojê bû dê tiştek pê nebe û derbas bibe, lê nebû. 
Eger dema di ber rojê re derbas bû tiştek bi vê stêrka bi dûvik nehatibûna, dê ji cîhanê û bi rojê jî ji ber biriqandina wê, bihata dîtin.

Hin astronom hîn jî bi hêvî ne ku dê ev stêrk derkeve holê, lê hin astronotên din vê stêrkê dişibînine yek ji lehengê trajîk ê mîtolojiya yunanan Ikarus.

Îkarus û bavê wî yê dahêner Daidalus (Daedalus) ku bi fermana Key Mînos ve li kûleyekê têne zîndankirin, ji bo ji nû ve azad bibin, ji şimayê û pûrtên çivîkan ji xwe re per û bask çêdikin. Li gel hemû hişyarkirinên bavê wî jî, Îkarûs xwe nêzî rojê dike û baskên wî yên ji şimayê dihelin û dikeve nav deryaya Egeyê û difetise.

Werger: Amîda Kurd