1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Surprîza HDP'ê bi dengên me yên li Ewropayê ve girêdayî ye"
"Surprîza HDP'ê bi dengên me yên li Ewropayê ve girêdayî ye",surprîza,hdp,ê,bi,dengên,me,yên,li,ewropayê,ve,girêdayî,ye

"Surprîza HDP'ê bi dengên me yên li Ewropayê ve girêdayî ye"

A+ A-

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der heqê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bang li gelê li Ewropayê dijî kir ku dengê xwe bikar bîne û heta 31'ê Gulanê bi awayekî awarte bixebitin.

BEHDÎNAN - ANF Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der heqê hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bang li gelê li Ewropayê dijî kir ku dengê xwe bikar bîne û heta 31'ê Gulanê bi awayekî awarte bixebitin.

Bayik bi rêya ANF'ê der barê hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bang li gelê li Ewropayê dijîn kir.

Bayik got, "Weke ku tê zanîn pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê destpê kiriye. Divê gelê me û hemû dostên me yên li Ewropayê dijîn, bêyî bikevin nava xemsariyê ji bo hilbijartinan bixebitin. Em ji bîr nekin, her dengek bi qîmet û watedare. Lewma ji bo serketina HDP'ê girîng e her kes di van hilbijartinan de dengê xwe bidin HDP'ê."

Bayik anî ziman ku mirovên Kurdistanî ê ji ber şer, zext û zilmê koçî Ewropayê kirine, haya wan ji vê rastiyê heye, lewma pewîste deng ji HDP'ê re were dayîn û got, "Ancax deng bide HDP'ê wê karibin li welatê xwe vegerin, li welatê xwe bi nasname û nirxên xwe re bi awayekî azad dikarin bijîn. Di rewşeke berevajî de jiyana li xerîbiyê zehmet e û herî baş jî hûn bi vê zehmetiyê dizanin."

'KEDA WAN DANE ÊDÎ BERHEMAN DIAFIRÎNE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Kurdên li Ewropayê di demên bihurî de têkilî û girêdana xwe ya bi têkoşîna azadiyê re her tim parast, her tim desteka madî û manewî da û got, "Bi vê destekê re tevgera azadiyê ya Kurd hatiye van rojan. Di vê têkoşînê de ked û desteka gelê me yê li Ewropayê bi rastî jî gelekî mezin e. Rêber Apo ev yek her tim aniye ziman û şukranên xwe pêşkêşî gelê me yê li Ewropayê kiriye. Ez dizanim ku gelê me, mîna heta roja îro wê ji îro û pê ve jî bi berpirsyarî rabe û wezîfeyên xwe bicih bîne. Çawa ku di demên bihurî de destek dan têkoşînê û têkoşîn bi desteka wan hat heta roja îro, îro jî wê deng bidin HDP'ê û bi vî rengî berpirsyariyên xwe bicih bînin. Ji ber ku keda wan êdî berheman diafirîne. Di van hilbijartinan de jî girîng e ev yek hîn bêhtir were pêşvebirin. Lewma divê gelê Kurd ê li Ewropayê bi dayîna dengan re berpirsyariyên xwe yên dîrokî bicih bîne."

'BI TENÊ ÇÛYÎNA SER SINDOQAN TÊRÊ NAKE'

Bayik destnîşan kir ku divê ti Kurd deng nede partiyeke din û anî ziman ku hemû partiyên li derveyî HDP'ê, partiyên mêtîngeriyê esas digirin e. Bayik da xuyakirin ku gelê Kurd gelekî bi rûmet e, êrîşa li hemberî rûmeta xwe qebûl nekiriye û wê ji niha û pê ve jî qebûl neke û got, "Lewma wê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Kurdekî bi tenê jî wê dengê xwe nede partiyeke din. Hemû Kurd li cihê lê dijîn, girîng e mirovên din jî bi rêxistin bikin, bandorê li wan bikin û bi xwe er bibin ser sindoqê. Bi tenê çûyîna wan bi xwe têrê nake. Divê li cem her Kurdekî mirovek hatibe birêxistinkirin û pê re biçe dengdanê."

'HDP A BI XURTÎ JI EWROPAYÊ DESTEKÊ BIGIRE WÊ SERKETINEKE MEZIN BI DEST BIXE'

Bayik da zanîn ku Kurd, Elewî, Ermenî, Suryanî, Jin, Ciwan û mirovên ji çand û baweriyên din ên li Ewropayê dijîn divê di van hilbijartinan de rola xwe gelekî baş bilîzin û got, "Tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê, ku xebateke berfireh a van tevgeran li Ewropayê heye, girîng e hemû derdoran bixin nava tevgerê. Heta 31'ê Gulanê divê van hemûyan bibin ser sindoqan. Pêwîste ev hilbijartin ji Ewropayê bi xurtî were destekkirin. Divê neyê ji bîrkirin; bi derbasbûna ji bendê re pêkhatina surprîza HDP'ê bi dengên me yên li Ewropayê ve girêdayî ye. Eger mirovên me yên li Ewropayê wezîfe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bicih bînin, wê HDP serketineke mezin bi dest bixe."

'HDP TÊ WATEYA TIRKIYEYA NÛ'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku serketina HDP'ê tê wateya avabûna neteweya demokratîk li Tirkiyeyê û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Tê wateya jiyaneke ku her kes bi nasname û nirxên xwe re xwe bi awayekî azad lê birêxistin dike, bi awayekî azad lê xwe îfade dike. Tê wateya bidawîbûna şer, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya hemû pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk. Em zanibin ku HDP hemû Tirkiye ye. Komara Tirkiyeyê ya îro û siyaset xetimî ye. HDP ancax vê rewşa xetimandî veke. HDP dikare Tirkiyeyeke nû û jiyaneke nû ava bike. Li ser bingeha vê rastiyê dixwazim careke din bêjim ku bawer dikim gelên me yên li Ewropayê wê berpirsyariyên dîrokî yên pêwîst bicih bîne. Bang li her kesî dikim ku dengê xwe bikar bînin û heta 31'ê Gulanê bi awayekî awarte bixebitin. Li ser vê bingehê careke din her kesî silav dikim, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim."