Sîlvan-Der: Em ê ji bo înşakirina Farqînê kampanyayê bidin destpêkirin
STENBOL (DÎHA) - Serokê Komeleya Sîlvaniyan Alî Îhsan Dînçer diyar kir ku ji bo înşakirina Farqînê dê hewildan û kampanyayan bidin destpêkirin û divê hemû kes tevlî pêvajoya înşakirina Farqînê bibe. Serokê Platforma Komeleyên Dogu Guneydogu Abdurrahîm Daş jî diyar kir ku divê Stenbolê piştgiriyê bide Farqînê.
Piştî qedexeya 12 rojan a li navçeya Farqînê ya Amedê pêk hat û li hemberî berxwedana gel polîs û tîmên taybet ji taxê vekişiyan vê carê jî gel ji bo xanî û cihên hatin xirabkirin xebatên ji nû ve înşakirinê dan destpêkirin. Komeleya Sîlvan a ku li ser banga Bloka Aştiyê demek berê çû Farqînê bang li hemû kesî kir ku tevlî xebatên ji nû ve înşakirina Farqînê bibin kir.
Serokê Komeleya Sîlvaniyan Alî Îhsan Dînçer diyar kir ku ji bo înşakirina Farqînê dê hewildan û kampanyayan bidin destpêkirin û divê hemû kes tevlî pêvajoya înşakirina Farqînê bibe. Dînçer anî ziman ku hin xebatên ji bo înşakirina Farqînê dan destpêkirin û di vê mijarê de ji şaredariyên DBP'î piştgirî girtin û wiha got: "Piştevanî divê tenê bi Farqînê re sînor nebe. Tiştên li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê pêk hatin dibek ku sibê li Pendîkê jî pêk bên. Em bi taybet bang li raya giştî ya demokratîk dikin."
'Hewcebiya Farqînê jî weke ya Kobanê bi înşayê heye'
Xebatkara Rojnameya Alinterî Zarîfe Çamalan jî diyar kir ku tiştên li heremê pêk hatin xirabkirine e û wiha got: "Çawa ku hewcehiya Kobanê bi înşayê heye ya Farqînê ji bi înşayê heye. Divê Farqînê ji nû ve bê çêkirin. Ji ber ku tu cihê bê bikaranîn tuneye. Mal ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine texrîpkirin. Divê piştevanî bê mezinkirin. Dema qedexeya kolanan hat îlankirin divê li wir bin. Divê xwedî lê derbikevin."
'Li hemberî terora dewletê divê xwedî li gelê Kurdistanê bê derketin'
Xebatkarê Kovara Çagri Abdullah Nergîs jî diyar kir ku dewlet weke salên 90'î li hemberî welatiyên malên wan xirab kirin "mexduriyeta terorê" dixwaze pêk bîne û dixwaze gel neçar bihêle. Nergîs anî ziman ku ji bo Farqînê dê di demekî kin de kampanyayê bidin destpêkirin û dê li gelek navçeyan piştgiriyê bidin kampanyayê. Nergîs bang li hemû kesî kir ku xwedî li gelê Kurdistanê derbikevin.
'Divê Stenbolê piştgiriyê bide Farqînê'
Serokê Platforma Komeleyên Dogu Guneydogu Abdurrahîm Daş jî diyar kirk u piştî dorpêçên li Kurdistanê navçe hatin tarumarkirin û di her alî de texrîbatekî mezin pêk anîn e. Daş anî ziman ku gelek mal hatin xirabkirin û şewitandin û wiha axivî: "Duh li Farqîn û Nisêbînê ev yek pêk hat. Divê em piştevaniya gelê xwe bikin. Divê Stebolê piştgiriya Farqînê bike."
(bd)
