1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Sînemageran mihrîcana Filmamedê nirxandin
Sînemageran mihrîcana Filmamedê nirxandin,sînemageran,mihrîcana,filmamedê,nirxandin

Sînemageran mihrîcana Filmamedê nirxandin

A+ A-

DÎCLE MUFTOGLU/ TURAN TİTİZ

AMED (DÎHA) - Derhêner, sînemavan û hunermendên kurd di 3'emîn Mihrîcana Belgefîlmên Filmamedê ya li Amedê de hatim cem hev. Hunermendên ku ji bo Mihrîcana dîyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin, hatiye kirin mihrîcan nirxandin. Sîmemavan Semir Aslanyurek, Rodi Yuzbaşi, Pîran Baydemir û Julide Kural, nerînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev mihrîcan dê rê li pêş simemaya kurd veke.

3'emîn Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî a Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin bi pêşandana belgefilm û panelan berdewam dike. Mihrîcana ku îsal bi şîara "Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber bi Sinemaya Azad ve" dest pe kir û diyarî 3jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirn Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz, Endama KNK'ê Fidan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hate kirin, bi tevlêbûn û eleqeyek mezin didome. Di mihrîcana ku di 18'ê Gulanê de dest pê kir û heta 25'ê Gulanê bidome. Di çarçoveya mihrîcana FîlmAmedê de derhêner û sinemavênên bi navê Semîr Aslanyurek, Rodi Yuzbaşi, Pîran Baydemîr û lîstikvan Julide Kural li ser belgefîlm û sînemayê nerîn û çavdêriyên xwe parve kirin. Semir Aslanyurek, ku wekî endamê jûrî tev li mihricanê bûye diyar kir ku mirov nikare bi çend deqîqeyan girîngiya sînemayê vebêje û wiha got: "Heta niha min tenê fîlmê belgeselekê amade kiriye. Ez cesaret nakim ku belgefîlman çêkim. Hem zahmet e û hem jî sebrê dixwaze. Ger ku xebamta hunerê ji bo bazirganiyê û rantê têkeve nav wateya xwe û ruhê xwe winda dike. Girîngiya belgefîlmên sînemayê ya herî girîng ji dil û zelalî ye."

'Duzumanî hurmetiya ziman e'

Aslanyurek, diyar kir ku yekem car tê tev li mihrîcanê dibe û dema hat ket nava kelecanek mezin û wiha got: "Ez tev li gelek mihrîcanan bûm. Ez êdî ji tevlêbûna mihrîcanan aciz bûm. Pişti ku ji bo Filmamedê teklîf ji min re hat, min bi kêfxweşî erê kir. Ez fikirim ku ez dê li wir çi bikim. Di Mihrîcana Belgefilmên Filmamedê de kurdî û tirkî bi hevre tên bikar anîn. Ev hurmetiya li hemberî ziman dide nîşan. Di her fîlmî de bi kurdî û tirkî tercume heye. Ev gavek gelek erênî ye. Li gorî min ev mihrîcan gelek girîng e û hunmet nîşanî ziman daye. Li gorî min li Kurdistanê tevgera ku bibe rêberê gelê bindest ên Tirkiyeyê heye."

Divê fîlmên watedar bên belavkirin

Aslanyurek, anî ziman ku li herêmê nêzî 100-150 salonên fîlman hene û ev hêzek mezin e. Aslanyurek, da zanîn ku êdî şîrketên fîlman belav dikin hemû fîlman belav nakin û êdî bi çavê bazirganiyê li fîlman dinerin. Fîlmên ku mijarek û pirsgirekekê tînin ziman nayên belavkirin. Divê fîlmên watedar bên belavkirin."

'Dikare bibe pir'

Derhêner Rodi Yuzbaşi jî anî ziman ku fîlm û sînema hem di navbera gelan de û hem jî di nava hundirê cievakê de dikare bibe pira diyalog û famkirinê û wiha got: "Em li ser axek wisa dijîn êdî em hev nasnakin. Em cîran û çanda derdora xwe nas nakin. Ji ber ku em hev nas nakin em hev dixapînin û çalê li pêş hev dikolin. Ji ber vê yekê belgefîlm dibe sedema ku em karibin hev nas bikin û fam bikin. Dikare bibe pira nasîn û famkirinê."

'Divê mihrîcan rê li pêş niqaşên çareseriya sînemayê veke'

Yuzbaşi, anî ziman ku ev mihrîcan ji bo rewşa sînemaya herêmê li ber çavan raxe û nebesiyên sînemayê bê dîtin girîng e û wiha got: "Mihricanên bi vî rengî ji bo niqaşkirna rewşa simenayê girîn e. Her niqaş dê bêtir rê li pêş pêşketina sînemayê veke. Ez 2 salin tev li mihrîcanê dibim. Li gorî min pêşbirga fîlman ne rast e. Mirov dikare bi rê û rêbazên cuda keda mirovan û hunera wan binirxîne. Mirov dikare keda wan bi rengê cuda bi rûmet bike. Çanda Pêşbirgê ne pir rast e. Divê ji bo tevlêbûna mihrîcanê zêde bibe. Divê ji cîhanê jî tev li vê mihrîcanê bibin. Divê beşên cuda û kesen cuda jî tev li vê mihrîcanê bibin. Divê bêtir rê li pêşiya ku gelek mirovên cuda tev lê bibin bê vekirin.

Belgefîlm belgekirina dîrokê ye

Listikvan Julide Kural jî anî ziman ku belgefîlm belgekirina dîrokê ye û wiha got: "Şopa jiyanê û qerîna mirovan a li ser ruyê erdê ye. Hemû rastiyên têkildarî mirovan ji bo şopê li ser dîrokê bilê divê bên belgekirin. Rêbaza herî baş a şophiştina dîrokê ye. Mihrîcanê re hewayek erênî li Amedê pêş ket. Rewşek gelek erîni li vir heye. Ez bi salan in têm Amedê û her sala ku ez têm ametê ez guhertinek erênî dibînim. Ev navendek e. Ji bo gelê kurd bajarekî pir watedar e. Ez berê ji bo gireva birçîbûnê Roboskî binçavkirin û windayan hatibûm. Lê niha ez ji bo mihrîcanê li vir im.

'Dema belgefîlm tên gotin ziman, nasname û çandên winda tên hiş û aqilan'

Derhêner Pîran Baydemir ku bi belgefîlma "Fecîra" tev li mihrîcanê bû diyar kir ku dema belgefîlm tê gotin ziman, nasname, gel, çnadên winda tên hiş û aqilan. Bi batyetî ji bo gelê ku çand û zimanê wan li sînorê tune bûnê ye pir girînig e.

Baydemir, anî ziman ku zêdeyî 60 fîlman tên pêşandan û ji van fîlman nêzî 40'ê wan bi kurdî e û ev di qada sînemageriya kurdî de gelek girîng û watedar e.

(mae)