1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Sînorê Qamîşlo emanetî me ye
Sînorê Qamîşlo emanetî me ye,sînorê,qamîşlo,emanetî,me,ye

Sînorê Qamîşlo emanetî me ye

Jinên di konê nobetê de: Sînorê Qamîşlo emanetî me ye

A+ A-

HAŞÎM ABAK

MÊRDÎN (DÎHA) - Nobeta li konê berxwedanê yê li Nisêbînê ji armanca piştevaniya Rojava hate vedan jinan dewr wergirt. Jinan diyar kir ku sînorê Qamîşlo emanatî wan hatiye kirin û hêviyan çeteyan tu caran bi cih nayên.

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê gelê kurd li ser sînor bi armanca şermezarekirina êrîşan û bi gelê Rojava re piştevaniyê bikin li ser sînor konan vedidin. Konê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate vedan jî ji wan yek e. Konê berxwedanê di roja 4'emîn de rastî eleqeyeke mezin tê û nobet ji aliyê jinan ve dewr hate wergirtin. Jinên nobetê digirin gotin sînorê Qamîşlo emanetî wan hatiye kirin. Jina bi navê Şukriye Çetîn, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di bin navê olê de komkujiyê dikin û wiha got: "Ewqas hov in zarokên me nikarin berê xwe bidin wan. Di bin navê olê de komkujiyan dikin. Zarokên me dikujin. Lê em tu caran serî li hemberî wan natewînin û em dê çeteyên DAIŞ'ê ji holê rabikin. Çeteyên DAIŞ'ê çi bikin bila bikin gelê kurd tê nabin û em dê ser bikevin."

'Em dê hêzê bidin YPG'ê'

Jina bi navê Ayten Gunay jî diyar kir ku her tim daxwazên gelê kurd ên aştiyê bi şer hatin bersivandin û gelê kurd di ferqa vê yêkê de ye. Gunay, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de wiha got: "Em dixwazin êdî ev şer bi dawî bibe û aştî pêk bê. Lê heke wisa şer berdewam bike bila hemû kes bizane ku em ne Serokê xwe û ne jî YPG'ê jibîrnakin. Em dê her tim bi hêz piştgiriyê bidinê."

'Bila êdî gelê kurd xwe ji hev cuda nebîne'

Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim jî xwest ku gelê kurd li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bibe yek û diyar kir ku divê êdî gelê kurd xwe ji hev cuda nebîene. Yildirim, anî ziman ku hinek derdorê ji ber wan xwe li dûrî şer dîtin şikestine û wiha got: "Divê kesên li wir tên qetilkirin tenê kurd gelê kurd in neyên dîtin. Divê weke mirov bên dîtin li gorî wê bê tevgerîn. Divê berxwedaneke hevpar bênîşandan. Çeteyên DAIŞ'ê bi hov êrîşê li gelê me dikin. Di meha remezanê de serê mirovan jê dikin û fermanan derdixin. Ola îslamê tiştên wisa nabêje. Kobanê dilê kurdan e. Tu kes nikare dest bide wir."

(bd)